Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

PDK ji dewleta dagirker a tirk re baregeheke nû çêkir

PDK bi hemû hêza xwe ketiye xizmeta dewleta dagirker a tirk. Hat ragihandin ku piştî ku hêzên PDK'ê li zozanên Bradostê bi cih bûn, dewleta Tirk a dagirker dest bi avakirina baregehek nû ya leşkerî kir.

Dewleta dagirker a tirk li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê xitimiye hewl dide bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê bimîne. Li gorî medya nêzî YNK’ê, dewleta dagirker a tirk li herêma Bradostê baregehek nû ya leşkerî ava kir. Bi vê baregeha nû re dewleta tirk bi qasî 10 kîlometreyan kete nava xaka Herêma Kurdistanê. Li gorî çavkaniyên xwecihî, bi helîkopteran nêzî 100 leşker li baregeha li Bradostê hatine danîn. Baregeha leşkerî ya nû ya navborî li qada Duriyeyê ye. Bi vê baregehê re ku Duriye ji Xakurkê qut dike, qadên Tarstan, Kem Kora, Sinîn Lolan bûn qadên dagirkeriyê yên dewleta tirk.

Piştî ku PDK li herêmê bi cih bû, baregeha leşkerî hate avakirin. Di 13’ê îlona 2023’yan de bi sedan wesayitên zirxî yên PDK’ê tevî çekên giran derbasî herêma Bradostê bûbûn.

PDK beriya ku derbasî vê herêmê bibe 24 saet dem dabû koçeran ku herêmê biterikînin û bi gef, zext û zorê koçer ji herêmê derxistibû.

Çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku li herêma Bradostê koçer û cotkar di nav de nêzî 286 malbat neçar man ku ji ber zexta PDK’ê bax û baxçeyên xwe biterikînin.

Balafirên şer û yên keşfê yên dewleta dagirker rojane bombeyan li herêma Bradostê dibarînin. Herêm di heman demê de bi top û hawanan tê bombebaran kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar