Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

PDK’ê li Metînayê liv û tevgera xwe zêde kir

Hêzên Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê di van rojên dawiyê de liv û tevgera xwe ya li Metînayê zêde kirine. Li gorî agahiyan PDK li Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû kirine û 3 baregehên nû yên leşkerî li hinek gundên Kanî Masiyê çêkirine

Hêzên Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê li herêma Metînayê liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde kirin. Li gorî agahiyên ku ajansa Rojnewsê ji çavkaniyên herêmê girtiye, PDK li devera gundê Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye. Çavkanî diyar kirin ku rê bi mebesta hêsankarî ji bo artêşa tirk û anîna hêzên PDK’ê ji bo herêmên şer tê çêkirin.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ne tenê li Elkîşkê li deverên din ên Metînayê jî PDK rê ji artêşa tirk re vedike û ji bo vê jî gelek wesayîtên çêkirina rê li herêmê dixebitin.

Çavkaniyeke din jî ji herêmê ragihand ku hêzên PDK’ê li gundên Kanîmasiyê 3 baregehên nû ku weke bendên kontrolê jî bikartînin çêkirine.  Li gorî vê agahiyê baregehek li nêzî gundê Elkîşkê hatiye çêkirin. Ji derveyî Elkîşkê baregehek jî li navbera gundê Qumriyê û Edinê de hatiye danîn. Heman çavkaniyê da zanîn ku li sêgoşeya gundê Binavê jî barehek hatiye çêkirin.

Ji 5’ê hezîranê ve PDK hem wextê êrîşên Tirkiye yên li dijî başûrê Kurdistanê û gerîlayên HPG’ê, li herêma Metînayê dest bi bicihkirina hêzên taybet ên Zêrevaniyê kiriye û rê ji bo sewqiyeta leşkerî çêdike. METÎNA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar