Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Pergala Modernîteya Demokratîk mîna rojê hiltê

Li herêm û dayika niştiman a şaristaniya navendî kaosa mezin a pêk tê, ji her alî ve û eşkere nîşan dide ku parvekirina desthilatdarî û dewletdariya netewe bi binketine. Vê kaosê maskeyên desthilatdariyên xwe disipêrin hiyarerşiyên rehên wan kûr diçin û dewletên netewe yên Filistîn-Îsraîl, Iraq û Afganistanê anîne xwarê û vebirrî nîşan daye ku ew çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan in, û dîsa ji her alî ve li pêş çavan raxistiye ku ew çavkaniya şîddet, teror, şer û tevkujiyê ne. Dewleta netewe û parvekirina desthilatdariyê mîna topeşeqê [bumerangê] vedigere li xwediyên xwe dide û ji bilî vê tiştek jê nayê û ev rastî jî têra xwe piştrast bûye.

Di van şert û mercan de hêza çareserker a demokrasiya radîkal û konfederalîzma demokratîk derdikeve holê. Li ser vê cografyayê şeveqa şaristaniyê avêt û jê re bû dergûş, vê carê jî şeveqa federalîzma demokratîk, demokrasiya rastî û radîkal diavêje û jê re dibe dergûş. Di xwezayê de rêzik û pîvanek heye: Her tişt li ser koka xwe ji nû ve hêşîn dibe. Wer xuya dike ku demokrasî jî wê li ser rehên xwe yên digihîjin şoreşa neolîtîkê bi temamî û bi awayekî serketî wê ji nû ve hêşîn bibe. Ev dergûşa ku hê jî derban ji şaristaniyên hegemonîk ên navendî hemûyan dixwe, pêkan e ku zarokê demokrasiyê xwedî û mezin bike. Ev çiya û erdên ji mêj ve hêza xwerêvebirinê, qabîliyeta civakbûna polîtîk û exlaqî ji dest dane, heye ku careke din, ji derketina ‘Kurtî’yan a dergûşê û meşa wan re şahidiyê bikin. Li çanda Rojhilata Navîn her tişt mîsala kûpên bi ser hev ve kirî ne. Heqîqeta civakî ya li qadekê serketina xwe piştrastkirî, xwedî wê xisletê ye ku bi lez li qadên din belav dibe. Îslam di nava demeke kin a bi qasî sîh salî de bû sîstemeke dinyayê. Pirsgirêkeke piçûk a mîna Filistînê bi salan e ku fena tevahiya herêmê kiribe êsîrê xwe. Demokrasiya rastî ya bi şeveqa Kurdistanê re di dergûşa şaristaniyê de mezinbûyî êdî dikare gav biavêje û xweseriya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û îfadeya sîstematîk a van diyardeyan tevan modernîteya demokratîk, weke alternatîfeke li dijî modernîteya kapîtalîst dest pê kiriye bi rolekê radibe. Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst a bi gelek dersên ibretwarî îflasa xwe her roja derbas dibe piştrast dike, modernîteya demokratîk mîna rojê hiltê.

Di têkiliyên desthilatdarî, dewlet û xweseriya demokratîk de pirsgirêka bingehîn a divê mirov ji hev derxe ew e, divê cudahiyên di navbera xwe de çawa biparêzin û bi rêkûpêk bikin ango wê pirsgirêka aştiya civakî çawa çareser bikin. Em ji mînakên dîrokî û rojane dibînin ku kengî hewl didin hevdu bi temamî tesfiye bikin, desthilatdariya dewletê vediguhere cinawirê (Levîathan) civakî û pêvajoya kaotîk kûrtir û domdar dibe. Her ceribandina çareseriyê ya di vê çarçoveyê de hê bêhtir bêhnê li civakê diçikîne û wê diqedîne. Ji çaresernebûnê mirovatiyeke bûye mîna moriyan a di bin îdareya mutleq a dewletê û qalibên zêdexwarin-bikaranînê de asêmayî paşve dimîne. Ev rastî bi êrişên topyekûn a modernîteya kapîtalîst li dijî civakê pêk hatiye. Şoreşgertiya nikarî ji utopîkbûn û desthilatperestiyê bibihure, bi van qelsiyên xwe bûye sedem modernîteya kapîtalîst bêhtir bi hêz bibe.

Xweseriya demokratîk a hêza çareseriyê ye, bi du cure rêbazan dikare bi van avahiyên dêwane re serî derxe. Rêbazên şoreşger û reformker. Rêbaza şoreşger a bi tevahî xirakirina avahiyên modernîteya kapîtalîst, nexasim desthilatdariya dewlete netewe dike armanc, ji ezmûnên wê yên dîrokî jî diyar bûye ku desthilatdariya dewleta netewe bi hêztir kiriye û bi ser neketiye ku avahiyên wekhevî, azadî û demokratîk ên civakê ava bike. Demokrasiya reformker jî di nava modernîteya serdest de heliyaye, nikarîbûye xwe ji vê aqûbetê rizgar bike.

Encama em ji vê bigirin ev e, çi rêbaz were bikaranîn bila were bikaranîn, ya esas ew e, divê mirov alternatîfên entelektuelî û saziyî yên sîstema modernîteya demokratîk pêşde bibe di rojevê de bihêle û bi cih bîne. Divê mirov karibe texmîn bike ku herdu sîstemên modernîteyê, dibe ku bi sedsalan li cem hev bimînin, û li gorî vê, mirov hem di binyeya dewleta netewe ya taybet de, hem jî di nava sîstema jor-netewan a gerdûnî de çareseriyên destûrî yên demokratîk pêş bixe û bi îhtîmaleke xurt, pêkan e ku ji têkilî û nakokiyên di navbera xwe de bibihurin. Pêşketineke bi vî rengî dikare rabihuriya neyênî bigihîne paşeroja erênî.

Nûçeyên Têkildar