Parlamentera Partiya Çep a Kesk Perîhan Koca derbarê mijarê de ji ajansa JINNEWS’ê re axivî.
Perîhan Koca di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ku li Akbelenê tê kirin û got: “2 sal in li vir berxwedanek li dijî qirkirina xwezayê heye. Akbelen li dijî faşîzmê li ber xwe dide. Piştî hilbijartinê îktîdar lêz da sazbûna faşîzmê. Bi bihabûn, qetlîam û qirkirinê zilmê welatiyan dike. Ev polîtîka di vê pêvajoyê de bêtir hat berfirehkirin. Tiştên ku li Akbelenê tê jiyîn ne munferît e. Li vir 2 sal in berxwedanek heye. Em jî parçeyek vê berxwedanê ne. Çend li Enqerê bi mijara bihabûnê meclîs hat komkirin, em jî li vir ji bo çalakiyê hatin.”
Li hemberî faşîzmê berxwedêrên Akbelenê
Koca daxuyand ku Partiya Çep a Kesk hewl dide ku piştevaniya berxwedana Akbelenê bike û wiha bi lêv kir: “Bi tevlîbûna hêzên demokratîk û kedê û ekolojîstan em hatin qadê. Bi hatina me re hiqûqa dijminatiyê hat pêşxistin. Tişta ku 3 roj in dikin bi eslê xwe pêkutiyên ku 3 sal in li hemberî berxwedana Akbelenê tê kirin. Li hemberî faşîzmê berxwedêrên Akbelenê barîkatan datînin û ligel îşkence, binçavkirin û lêdanê têdikoşin.”
Çalakiya rûniştinê hat destpêkirin 
Perîhan Koca di axaftina xwe de wiha behsa êrişê kir: “Makeqanûnê pratîze nakin û qanûnên xwe nasnakin. Bi gaz û êrişan li hemberî berxwedana gel derdikevin. Wek parlamenter mafê me jî heye ku em piştevaniya çalakiyan bikin û qada ku qirkirin pêk tê bibînin. Lê qanûna wekheviyê hat binpêkirin. Wek parlamenter nehiştin em bikevin qadê. Me xwest em ji îşkenceya ku pêk hatî bidin rawestandin. Me gotinên xwe ji gundiyan re ragihand û me bi wan re li ber xwe da. Lê belê parlamenterên CHP’ê girtin qadê. Me li dijî vê yekê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.”
Parlamenter Perîhan Koca, daxuyand ku dê wek parlamenterên gel ji bo raporkirina qetlîama ku pêk hatî dê têkoşîna xwe bidomînin.