Sala 2024 bi dawî bû. Ev sal ji gelek milan ve salek dagirtî bû. Di nava salê de li çar aliyên Kurdistan û cîhanê têkoşînek mezin hate meşandin. Welatên dagirker û kapîtalîst ji bo hebûna xwe li herêmê bidomînin di nava her cûre qirêjiyê de bûn. Bi şer, talan, kuştin, girtin, bêhiqûqî, tecrîd û înkarê ve îradeya gelan hate înkarkirin, tine hate hesibandin. Li himberî vê siyaseta ku koletiyê li ser îradeya gelan ferz dike, bi biryardariyek mezin û xurt têkoşîne piralî hate meşandin. Sala 2024’an şahidî ji têkoşîna bi êş ya ku di oxura serketinê de bedelên giran hatî dayîn re kir.
Di tevahiya salê de, di navenda têkoşîna gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê de siyaseta şer a deshilata AKP-MHP’ê û pergala tecrîdê ya li Îmraliyê hebû. Çawa welatên dagirker û hegemon tecrîda li Îmraliyê xistibûn navenda êrîşên xwe yên li dijî gelan û alîgirên azadiyê, Tevgera Azadiya Kurdistanê jî rûxandina vê pergala qirêj û azadiya fîzî ya Rêber Apo xistibûn navenda têkoşîna xwe. Ji vî aliyî ve pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” xwedî girîngiyek mezin bû. Ev pêngav ne tenê tecrîda li Îmraliyê sûcên dewleta Tirk û binpêkirinên peymanên navneteweyî jî bi awayekî aşkere raixst ber çavan. Bi mezinbûna pêngavê re xwedî derketina li azadiya Rêber Apo roj bi roj mezin bû, belavî cîhanê bû. Dewleta Tirk û deshilata AKP-MHP’ê di meşandina tecrîda li Îmraliyê de xetimîn. Neçar man ku biçin ber nigê Rêber Apo.
Dewleta Tirk a dagirker ku hebûna xwe li ser înkara gelan deye avakirin bi armanca li Kurdistanê berfirehkirina dagirkeriyê di nava salê de ji Başûrê Kurdistanê heya Rojavayê Kurdistanê her di nava êrîşên tund de bû. Ji bo li herêmê bigirhêje armanca xwe ji bermahiyên DAIŞ û komêndin ên terorîst çete berhev kir û li dijî gelê Kurd xist nava şer. Ev çeteyên ku bi destê dewleta Tirk li herêmê tên bi cîhkirin û fînansekirin di dawiya dawiyê de wê zirara herî mezin jî bidin vê dewelata xwînxwar. Vala vala negotine “tu çi biçîne tê wê berhev bike.” Deshilata AKP-MHP’ê ku siyaseta xwe ya derve li ser şerê komên çete daye avakirin êdî hatiye asta xetimandinê. Li Sûriye bi ruxandina rejîma Baas re êdî şerê wekaletê bi dawî dibe, komên çete nikarin mîna berê li herême bimînin. Wê aqûbeta van çeteyan çi bibe? Deshilatiya ku ev çete li dijî gelê Kurd dan şerkirin niha di bin tirsa ku ewê ev çete berê xwe bidin nava Tirkiyê heye. Dewleta Tirk bi vê tirsê dikeve sala nû…
Dewleta Tirk a dagirker tevahiya salê li dijî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rohilatê Sûriye di nava êrîşan de bû. Bi hilweşîna rejîma Baas re dewleta dagirker û çeteyên wê bi armanca têkibirina Rêveberiya Xweser êrîş kirin. Li dijî van êrîşan di serî de HSD, YPJ û YPG’ê berxwedanek dîrokî raber kir. Xwedî derketina gel li Rêveberiya xweser û deskeftiyên Şoreşa Rojava rê li ber êrîşên dagirkeriyê kir. Sala nû ji bo herêmê wê gelek girîng be. Bi taybet di Sûriyeya nû de wê mafên pêkhateyên herêmê çawa bê pênaskirin û şeklê rêveberiyê wê çi be hîn mijara nîqaşê ye. Lê tişta ku diyar dibe ger rêveberiya nû xwe mîna berê bi rêxistin bike û hebûna gelan înkar bike ne mumkune ku bi ser bikeve. Lewma ji bo silametî û îstiqrara Sûriyê pêwîstî ji her demê zêdetir bi pargala netewa demokratîk heye.
Li Başûrê Kurdistanê bi destê malbata Barzanî dewlet Tirk hebûna xwe xurt kir. Bi taybet ev çend salin di bin navê şerê li dijî Tevgera Azadiyê de gelek esker li herêmê bi cîh kir, kalekol û baregehên nû ava kir. Ji bo bigihêve vê armana xwe jî bi hevkarên xwe yê mîna malbata Barzanî hikumeta herêmê bê hikum kir û nehişt kar bike. Paşxistina hilbijartinê parlemena herêma Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de mirov dikare binirxîne. Di nava salê de her çendî ev hilbijartin pêk hatibin jî hikumeta herêma Kurdistanê li himberî van sûcên şer ên dewleta Tirk ku li herêmê pêk tîne nebû xwedî rol. Li şûna xwedî li destkeftiyên xelkê herêmê derkeve bû amûrek parastina berjewendiyên malbata barzanî. Lewma di sala 2024’an de em dikarin bêjin ji bo Başûrê Kurditanê bi êş û azaran derbas bû.
Deshilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê di nava salê de bi vê zîhniyetê li derveyî sînorê Tirkiyeyê êrîşî Kurdan û deskefitiyên wan kir. Lê li nava Tirkiyeyê jî li himberî siyaseta demokratîk û saziyên wê êrîşên giran hebûn. Tifaqa faşîst û qirker a AKP-MHP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de darbeya herî mezin xwar. Piştî 22 salan bû partiya duyem û di hilbijartinan de hêzek mezin wenda kir. Piştî hilbijartinan, AKP’ê yekser xwest mazbataya hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Abdullah Zeydan desteser bike. Li dijî çalakiyên gel ên ku bi rojan li Wanê dewam kir, gav paşve hat avêtin. lê dev ji siyaseta xwe ya dagirkirina şaredariyên gel berneda. Lê ji ber ev deshilatî hilbijartinan formalîte dibîne mîna her carê îradeya gelan înkar kir û bi rêya qeyûman şaredarî dagir kirin. Şaredariyên Colêmerg, Êlih, Mêrdîn, Xelfetî, Dêrsim, Pûlûr, Miks û Esenyurt, hatin dagirkirin.Li himberî vê siyaseta înkar û îmhayê di nava salê de bi pêşengiya sazîyên siyaseta demokratîk, jin, ciwan û hêzên demokrasiyê gelek çalakiyên girîng hatin li darxistin. Ev çalakî li dijî zîhniyeta yek parêz û faşîst, di mijara têkoşîna demokratîkbûyina Tirkiyeyê de bûn xwedî rol.
Di nava salê de hin mijarên ku derketin pêş û di hişê mirov de mane mirov dikare kurt be jî wisa pênase bike. Lê mijara herî girîng ya salê hevdîtina bi Rêber Apo re bû. Pêşî birazyê Rêber Apo Omer Ocalan di 23’ê mijdarê de çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtina malbatê pêk anî. Herî dawî di 28’ê Kanûnê de parlamenterên DEM Partî Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder çûn Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Naveroka vê hevdîtina dîrokî bi raya giştî re hate parvekirin. Ev ji hevdîtinê wêdetir bû bûyerek dîrokî bû. Çima?
Derket holê ku dewleta Tirk ya ku xwe ewas bi hêz dide nîşandan di rastiyê de pir tengav bûye û xwe avêtin bextê Rêber Apo. Derhet holê ku siyasta pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê ku ev zêdetirî 46 mehin dewam dike bi ser neket. Bandor û hêza pêngava cîhanî ya “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” hat piştrast kirin. Bêyî ku pirsgirêka Kurd were çareserkirin li herêmê aştî û aramî pêş nakeve, yekîtiya gelan pêk nayê. Siyaseta şer, înkar û îmhayê ji bilî zirarên madî û manevî tu tiştî bi gelên herêmê qezinckirin. Bêguman mirov dikare van senava zêde bike. Ji ber vê yekê wisa diyare ku hevdîtina bi Rêber Apo re pêk hatiye wê bibe pûsûlaya têkoşîna sala 2025’an.
Raste li seranserî cîhanê û herêmê gelek bûyerên dîrokî qewimîn. Ya girîng ewe ku em ji van dersan derxin û ji bo mezinkirina têkoşîna azadî û wekheviyê bikin gavên ewil a berxwedanê. Bi hêviya sala nû bibe sala xweşî, bextewarî û azadiyan. Sersala we pîroz be!