Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Pervîn Buldan çû serdana karsazan

Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan di çarçoveya kampanya ‘Nan û Kar’ de karsaz ziyaret kirin. Buldan di ziyaretê de got "Ji ber her tişt buha bûye, êdî gundî nikarin êmê sewalan bistînin. Ji ber vê yekê çandinî û sewalkarî tune dibe"

Navenda Nûçeyan

Pervin Buldan di çarçoveya kampanya ‘hevdîtinên nan û kar’ deli Wanê bi karsazan re hat cem hev.  Wekîlên HDP’ê û nûnerên gelek rêxistinên civakî jî tev li kampanyayê bûn. Bernameya ziyaretan dê 3 rojan li Wanê bidome. Di ziyareta karsazan de Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, bal kişand ser rewşa qeyrana aborî ya Tirkiyeyê û rewşa karsazan.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî anî ziman ku ew hatine li esnafên Wanê guhdar bikin û wiha got: “Me xwest di saetên serê sibê de li deriyê sînor daxuyaniyê bidin. Lê polîsan em asteng kirin. Sînorê derî ji bo gelê Wanê pir girîng e. Dema ev derî vekirî be rêjeya betaliyê pir kêm e. Lê dema ev derî tê girtin betalî zêdetir dibe. Ji ber deriyê sînor girtî ye, li Wanê zêdeyî 10 otel hatin girtin. Li vî welatî ji bo kurdan hiqûqek cuda heye. Li vî welatî hiqûqa dijminantiyê heye.”

Buldan, bal kişand ser bandora qedexeyê ya li ser rewşa sewkalkar û çotkaran û wiha lê zêde kir: “Ji ber buhayê êm zêde bûye, êdî sewalkar nikarin êm bistînin. Ji ber polîtîkayên qedexeyan êdî çotkar nikarin çotkariyê bikin. Sewalkar nikarin sewalkariyê bikin. Em HDP ji bo li pirsgirêkên we guhdar bikin hatin vir. Hûn bixwazin em ê jî bikin.”

Karzana jî anîn ziman ku bi salan in bac û sîgortayê didin dewletê û xwest li hemberî bac û sîgortayê xizmet ji wan re bê kirin. Esnafên Wanê xwestin deriyê sînor bê vekirin û xwestin hikûmet erka xwe pêk bîne. Karsaz û esnafan pirsgirêkên xwe parve kirini û xwestin bên çareserkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar