Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Pêşîlêgirtina êrîşên dewleta tirk erka DYA û Rûsyayê ye’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin û wiha got: “Divê dewleta rûs û DYA’yê erka xwe ya garantoriyê pêk bînin û rê li ber van êrîşên ku di asta sûcê şer de ne bigire.”

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9’ê cotmeha 2019’an ve êrîşên xwe yên li ser herêmên rojavayê Kurdistanê didomînin. Her dawî bi rêya SÎHA‘yan navçeya Eyn Îsa hedef girt. Li hemberî van êrîşan jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gorî lihevkirinên di navbera Rûsya û dewleta tirk, Amerîka û dewleta tirk de tevdigere. Rexmî hebûna Amerîka û Rûsyayê û belavbûna hêzên parastina sînor ên rejîma Sûriyeyê û meşandina dewriyeyên leşkerên rûs û tirk, dewleta tirk êrîşên xwe didomîne.

Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid ji ANHA’yê re axivî. Xalid anî ziman ku êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê didomin û wiha got: “Herî dawî jî bi balefirên bêmirov êrîşî Eyn Îsayê kirin. Ji ber êrîşan sivîl koçber bûn, hatin qetilkirin û dagirkeran sivîl revandin. Ev yek piştrast dike ku ev rejîma sûcdar, planên wê yên dagirkirina deverên din ji xaka Sûriyeyê jî hene.”

‘Divê Rûsya helwesteke cidî nîşan bide’

Di berdewamê de jî Xalid da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê ku ji hêla şervanên HSD’ê ve hatibûn têkbirin careke din zindî dibin û wiha pê de çû: “Divê dewleta rûs erka xwe ya garantoriyê pêk bînê û pêşî li zêdegaviyên dewleta tirk û çeteyên wê bigire. Divê helwesteke cidî nîşanî êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê bide.”

Bang li hêzên cîhanê kir

Bêrîvan Xalid herî dawî jî wiha got: “Ez êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê şermezar dikim. Em bang li Rûsya, Amerîka û civaka navdewletî dikin ku rê li ber êrîş û komkujiyên dewleta tirk ên li ser gelê herêmê bigirin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar