Piştî parvekirina peyamê, di demeke kin de, ji welatên Yekitiya Ewropayê heta Neteweyên Yekbûyî û welatên 7 parzemînan banga Ocalan bi peyamên kêfxweşî, piştgirî û piştevaniyê pêşwazî kirin û daxuyanî dan.
28’ê Sibatê jî bêyî ku dereng bimîne, PKK’ê demildest aşkere kir ku ew banga rêberê xwe weke fermanname qebûl dikin û gotin ku em ê pêwistiya banga birêz Ocalan bicih bînin.
Weke gava yekemîn a pêwistiya banga dîrokî, aşkere kirin ku heta êrîş li hemberî wan pêk neyên, ew agirbest îlan dikin.
Di heman demê de, di serî de hevserokê HDP ê yê berê Selahattin Demirtaş, partiyên siyasî û muxalefetê jî peyamên xwe yên ku banga rêberê PKK’ê bi awayekî erênî pêşwazî dikin bi raya giştî re parve kirin.
Devlet Bahçelî, bi telefonê li hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û di peyre jî li birêz Selahattin Demirtaş geriya, kêfxweşiya xwe ya ji bo banga Rêberê PKK’ê anî ziman û hevoka; ” Em ê bi hev re vî welatî bikin welatekî demokratîk” bikar anî.
Ev geşedan û têkiliyên germ ên di navbera rêvebarên partiyên siyasî û daxuyaniyên piştgirî û piştevaniyê yên ku ji aliyê saziyên sivîl û demokratik ve her roj tên dayîn di nava civakê de hêvî û bendewariyên ji bo pêşketina pêvajoya aştiyê xurtir, hest û helwesta gel jî nermtir û germtir dikin.
Lê belê serokomar Erdogan di şûna ku vê atmosfera nerm a ku bi banga birêz Ocalan xurt bike, bi gotinên tewşo meyşo qala “kulma dewletê ya hesinî” dike ku ev helwest û nêzîkaatiya Erdogan pêvajoya ku hîn jî, jî aliyê rayedarên dewletê ve nav lê nehatiye kirin, ber bi aloziyê ve dehf dide.
Pêvajoya aştiyane bi tilî hejandin, gefxwarin û nîşandana “kulma hesinî” bipêş nakeve, berovajî, hestê neyînî di nava civakê de bilindtir dike û pêvajoyê dixitimîne.
Birêz Ocalan û PKK, tiştê ku ji bo peşveçûna pêvajoya aştiyane ketiye ser milê wan bi berpirsiyarî bicih anîne û tînin.
Niha di kesayetiya Erdogan û Bahçelî de dora gavavêtinê û xurtkirina baweriya gel a ji pêvajoya ku dest pê kiriye, ya rayedarên dewletê ye.
Ji ber zext, zor û pêkûtiyên ku ji sed salan zêdetir e ji aliyê rayedarên dewletê ve li ser civakê pêk hatine, bûne sedema nerazîbûnan û bi dehan serhildanan, her wiha sedema hebûna PKK’ê, baweriya gel a bi rayedarên dewletê şikandiye.
Pêdivî pê heye ku; hiqûqa ji avabûna komarê heta vê demê bûye sedema tunehesinandina çand, ziman û nasnameyan, cudakariya nevbera ol û baweriyan, newekheviya Kurd,, Tirk, Ereb, Ermen, Laz, Çerkes û hemû etnîsîteyên vî welatî, were sererastkirin an jî guherandin.
Ji bo vê jî pêwîste rayedarên dewletê, weke nîşaneya niyetbaşiyê bi avêtina gavên şenber û erênî civakê qanih bikin.
Minak: Aliyê dewletê dikare bi sererastkirina zagonên ku li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê asteng in dest pê bike.
Di serî de girtiyên nexweş, siyasetmedar û girtiyên siyasî yên ku ji ber xebatên xwe yên siyasî û azadiya ramanê girtî ne, serbest berde.
*Her wiha, ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û zarokên Kurd û gelên din ên ku ji mafê perwerdehiyê bêpar in, karibin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin, xalên 42’yemîn û 66’emîn ên zagona bingehîn ku li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê astengin û xalên din ên ku li pêşiya maf û azadiya civakî û demokratîkbûnê asteng in gavan bavêjin, wê demê dibe ku baweriya civakê bi pêvajoya ku hatiye destpêkirin û bi demokratîkbûna ku Bahçelî qala wê dike were…