Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

Pêşmergeyan 35 rojin malbatek ‘dîl’ girtine

Pêşmergeyan li Hewlerê bi ser mala Muhsîn Duzencî de girtin û ji ber Mûhsîn ne li malê bû hevjîn û 4 zarokên wî binçavkirin. Malbata Duzencî 35 rojin bi awayekî dîlgirtî di bin çavan de ye

Rojane kiryarên dij mirovî û dij exlaqî yên li dijberî gelê kurd ên PDK û hêzên wê yên çekdar derdikevin holê. Li gorî nûçeya ajansa MA’yê çekdarên PDK’ê ev 35 rojin malbateke ku ji bakurê Kurdisatnê ye dîlgirtine.

Malbata Duzencî 13 sal berê ji Navçeya Geverê ya Colemêrgê derbasî bajarê Hewlerê bûn û li Hewlerê bi cih bûn. Muhsîn Duzencî li vir mafê “Welatîbûnê” stend û bû welatiyê Hewlerê. Navê xwe kir Muhsîn Mustafa Azîz. Li ser mafê cot welatîbûnê bang li malbata xwe kir û li Hewlerê bi cih bûn. Pêşmergeyên Hewlerê di 25’ê tîrmehê de bi ser malbata Muhsîn Duzencî de girtin û xwestin Muhsîn Duzencî binçav bikin. Lê ji ber ku Muhsîn Duzencî ne li mal bû hevjîn û 4 zarokên wî dîl girtin. Pêşmergeyan ji malbata Duzencî  Hemî Duzencî (Xemê Nadirî) û zarokên wê Nurcan (Mihriban Muhsin Duzencî) ya 20 salî, Nurullah (Nurullah Muhsîn Mustafa) ya 19 salî, Zeynep (Zeynep Muhsîn Mustafa) ya 17 salî, Muhammet (Muhammet Muhsîn Mustafa) yê 4 salî 35 rojin li Fermandariya Asayişê ya Bedava ya Hewlerê di bin çavan de dîl hatine girtin.

Pismamê Muhsîn Duzencî Bayram Duzencî diyar kir ku  pismamê wî 13 sal berê çû li Hewlerê bi cih bû û piştre malbata xwe jî bi xwe re bir. Bayram Duzencî anî ziman ku Pêşmergeyan ji ber Muhsîn ne li mal e hevjîn û 4 zarokên wî 35 rojin dîl girtine. Bayram Duzencî bang li rayedaran kir û xwest demek berî demekê malbatê serbest berdin. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar