Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Pêşmergeyên dêrîn destek dan Mertalên Zindî

Komek ji pêşmergeyên dêrîn ên ji herêma Soranê serdana çalakgerên Mertalên Zindî kir

Çalakiya Mertalên Zindî ya li dijî dagirkeriya tirk a ji aliyê Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ve ji 14’ê hezîranê ve destpê kiriye dewam dike. Çalakiya Mertalên Zindî ya Qendîlê di roja 18’emîn û ya Biradost jî di roja 8’emîn de didome.

Rojane serdanên piştgiriyê ji bo ciwanên bedena xwe li dijî dagirkeriyê kirine mertal çêdibin. Îro, du pêşmergeyên dêrîn yên herêma Soranê bi armanca piştgirî dayînê serdana mertalên zindî yên li Bradostê kirin. Mertalên Zindî pêşmergeyên dêrîn bi germahî pêşwazî kirin û bi rakirina sembolên ciwanan û ala Herêma Kurdistanê peyama li dijî dagirkeriyê nîşan dan.

Ji bo mezinkirina eniya têkoşînê ya li dijî dagirkeriyê jî pêşmergeyên Soran bang kirin. Pêşmergeyên dêrîn ji bo xurtkirina çalakiya Mertalên Zindî ya li Bradost banga xwedî derketinê kirin. Mertalên Zindî jî diyar kirin wan hêz û moral ji serdana pêşmergeyên dêrîn girtine.

Heta niha piştgiriya herî xurt a ji bo çalakiya mertalên zindî ji pêşmergeyên dêrîn ên başûrê Kurdistanê çêbûye. Pêşmergeyên dêrîn ên Raperîn, Silêmanî û Germiyanê li Qendîlê serdana mertalên zindî kirin û helwest li dijî dagirkeriyê dan nîşan. QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar