Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Pêşniyarên 11 sal berê yên Rêber Apo kiribûn hîn jî rojevî ne

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di hevdîtina di 2013’yan a bi heyeta Îmraliyê re kir, pêşniyarên çareseriyê yên anîbû ziman hîn jî rojevî ne.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî hat revandin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêber Apo 26 sal in Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Bi salan ku hevdîtina wî bi malbat û parêzeran re hat astengkirin, yekem car dı 3’ê Çileyê 2013’an de siyasetmedar çûn Îmraliyê. Parlamenterên demê yên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Ayla Akat Ata û Ahmet Turk bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Rêber Apo der barê çareseriya demokratîk de peymanên girîng dan. Pêşniyarên ku Rêber Apo 11 sal berê anî ziman rojevîbûna xwe îro jî diparêzin.

Rêber Apo di hevdîtinê de da zanîn ku ji bo bêpevçûnî pêk bê gava ku parlamento bavêje girînge û wiha got: “Ji bo gerîlla bikeve hawira bê pevçûn, pêwîst e komîsyonek bi qanûnê li meclîsê bê avakirin. Dikare jê re were gotin Komîsyona Heqîqetê, an jî dikare were gotin Komîsyona Lihevkirin an jî Lihevanînê. Ger gerîla vekişe, ji bo pêşî li tundiya li ser gel bê girtin, divê Meclîsa Aştiyê bê avakirin. Vegera gund û tazmînata ku bê dayîn dê di bin banê Meclîsa Aştiyê de be. Hûn ji van re dibêjin Mirovên Aqilmend in? Pêvajo ji aliyê wan ve li cihê bûyerê tê şopandin. Divê li Tirkiyeyê pêvajo ji aliyê kesên xwedî wijdan ve ji nêz ve bê şopandin û di vî warî de rol bê lîstin.”

Rêber Apo bal kişand ser hewcedariya destûrek bingehîn a nû û avabûna ‘Konvansiyona damezrîner a destura bingehîn’ û got: “Divê desturek bingehîn ku gelên Tirk û Kurd ji tundiya çil salên dawî xilas bike hebe. Ji damezrandina Komarê û vir ve Kemalîstên laîk di destura bingehîn de armanca tasfiyekirina Kurdan û civaka Îslamî kirine. Bi vî awayî gelê Tirk ji maf û azadiyên xwe bêpar man.”

Pêşnûmeya Reforma Kurdî ji nû ve vejînin

Rêber Apo bi lêv kir ku gelê Kurd û aliyê îslamî ligel azadî û mafên aliyan divê hebûna gelê Kurd qebûl bike û wiha daxuyand: “Ne tenê zimanê wî, divê mejî û laşê wî, yanî hebûna wî jî were qebûlkirin. Bêyî ku rastiya Kurd ji aliyê meclîsê ve were qebûlkirin hûn ê destûrek bingehîn a çawa çêbikin? Di vî warî de hûn dikarin Destûra Bingehîn a sala 1921ê û Pêşnûmeya Îslahata Kurdî ya ji bîst madeyan pêk tê ji xwe re esas bigirin. Li wir qebûlkirina hebûna Kurdan heye. Em dixwazin Pêşnûmeya Reforma Kurdî ji nû ve vejînin. Wek hûn jî dizanin, veşartina belgeyên Pêşnûmeya Îslahata Kurdî ku di 9ê Sibata 1922an de li hember 64 dengan bi 373 dengan hat qebûlkirin, bi armanca tasfiyekirina kurdan e. Lê piştî qebûlkirina vê belgeyê Serkeftina 30’ê Tebaxê pêk hat. Sala 1922 sala azadbûna Tirkiyê ye. Çima hûn van belgeyan vedişêrin?”

Netewe-dewlet koletî ye ne azadî ye

Rêber Apo di hevdîtinê de bi lêv kiribû ku ‘wê aştiya rastî bi aştiya Kurd-Tirkan pêk bînin’ û ev tişt gotibû: “Têkiliyên di navbera van her du civakan de dînamîte û jehrî kirin. Em ê li ser vê yekê bixebitin ka em ê çawa bi ser bikevin. Wê bi rûmeta netewî ya gelan were lîstin, gel jî bêbersiv bimîne! Ez qehirî me. Ez ne dewletparêz im. Sedema sereke ya komkujiyan ev e. Netew-dewlet tê wateya koletiyê, ne azadiyê.”

Plana çalakiyê

Rêber Apo planek çalakiyê jî pêşkêş kir û got: “Em dixwazin Kurdan bikin yekîneyeke demokratîk. Bêyî vê di Destûr û qanûnên Tirkiyeyê de aştî pêk nayê. AKP dibêje pêwîstî bi vê yekê nîne. Ji ber vê yekê, em ê çawa bijîn? Bêyî îfadeya qanûnî û destûrî ya bîst milyon kesî em ê çawa bijîn? Ji ber vê yekê ez planek çalakiyê derdixim pêş. Ez astên vê yekê destnîşan bikim.

1- Pêkanîna hawira bêpevçûn.

2 – Pêvajoya destûra bingehîn û qanûnî. Divê Pêşnûmeya Reforma Kurdî bê nûkirin. Ji bo danasîna hemwelatîbûnê ez vê pêşniyarê dikim: Destûra Bingehîn a me hemû çandên dîrokî wekî dewlemendiya Tirkiyeyê qebûl dike û mafê pêşketin, îfadekirin û rêxistinbûna azad qebûl dike. Di Destûra Bingehîn a Spanyayê de jî wisa ye. Ev pênase pirsgirêka hemwelatîbûnê û hin pirsgirêkên din çareser dike.

Dibe ku ev jî weke pêşniyara AKP’ê pêşniyareke bêalî be. Lê, pênaseyek mîna ya ku ez pêşkêş dikim, gelek pirsgirêkan çareser dike. Ez qala perwerdeya ziman jî nakim. Wê xwedî mafên qanûndanîn û xweseriya aborî be. Nakokiyên di Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî de wê bên rakirin.

3- Pêvajoya normalbûnê.

Înkarkiirna Kurdan înkarkirina Tirkan e

Înkarkirina hebûna Kurdan jî tê wateya înkarkirina hebûna Tirkan. Ger Kurd ji holê rabin û Îslam ji holê rabe, li Anatolyayê Tirk nemîne. Ger ev hemû hêman ji holê bên rakirin, wê ev lobî û hêzên serdest we jî ji holê rakin. Girîng e rêz ji hemû çandên dîrokî re were girtin û mafê wan ê xweîfadekirin û rêxistinbûnê bê naskirin. Rêkeftinek wiha dikare rewşê xilas bike. Her tişt dikeve nav vê yekê. Girîng e destûr ji vê re neyê girtin. Ne hewce ye ku were hejmartin. Sê gotin bes in: Hemwelatîbûn girêdana dewletê ye.”

Rêber Apo bal dikşîne ser rewşa Sûriyeyê û got divê Ereb tevli parastina cewhewrî bên kirin, berovajî vê wê îmha pêk bê. Rêber Apo ji bo yekitiya Kurdan jî got daxuyakirin ku divê bi tevlibûna hemû parçeyan konferansek netewî pêk bê.

Çavkanî: JINNEWS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar