Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Pêşveçûnên leşkerî û siyasî yên li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin

HSD, MSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina pêşveçûnên leşkerî û siyasî yên li Sûriyeyê li hev civiyan.

Fermandarê Giştî yê HSDˋê Mazlûm Ebdî, endama Fermandariya Giştî ya YPJˋê Rohilat Efrîn, hevserokên MSDˋê Leyla Qereman û Mehmûd El Mislit, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demoratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman û cîgirên wan li ser pêşveçûnên li Sûriyeyê li hev civiyan.

Li gorî malperên fermî yên aliyên beşdar, aliyên beşdar pêşveçûnên dawîn ên li Sûriyeyê nîqaş kirin. Di nîqaşan de bal kişandin ser diyaloga bi rêveberiya nû ya li Şamê re, pêwîstiya bidawîkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di civînê de gelek biryar hatin dayîn û wiha ne; divê tevahî aliyên navneteweyî rola xwe ya zextkirina li dewleta Tirk a dagirker bilîzin ku bigihînin agirbesteke giştî û wê neçar bikin ku li gorî peymanên îmze kirine, tev bigere, her wiha pêwîstî bi pêkanîna agirbesteke giştî li tevahî xaka Sûriyeyê heye.

Her wiha di biryaran de hat diyarkirin ku divê têkilî bi hemû pêkhateyên li herêmên Sûriyeyê re werin zêdekirin, eniya hundirîn were xurtkirin ku di pêşveçûnên rojane yên li Sûriyeyê dibin re çalaktir be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar