Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

‘Pêvajoya lêgerîna Gulistan şaş meşandin û lîstek lîstin’

Rêvebera ÎHD’ê Nîlufer Aktag der barê windabûna Gulistan Doku de axivî û got: “Pêvajoya lêgerîna Gulistan ji destpêkê de şaş hat meşandin.Ji destpêkê de bi lîstikekê hat meşandin. Heta aqûbeta wê diyar bibe em ê bipirsin. Em dixwazin fêr bibin çi bi Gulîistan hatiye.”

Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku 5’ê Çileya 2020’î de li Dêrsimê bi guman winda bû. Tevî 5 sal derbas bû der barê Gulistan Doku de tu pêşketinek çênebû. Gumanbarê sereke Zaînal Abarakov û bave wî yê polîs Engîn Yucel qet nehatin binçavikirin û der barê wan de lêpirsînek nehat destpêkirin. Ji roja Gulistan winda bû çalakî û bernameyên ji bo pirsîna akûbeta wê didomin. Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê Nîlufer Aktag der barê mijarê de axivî.

Rêvebera ÎHD’ê Nîlufer Aktag da zanîn ku doza Gulistan Doku bi salane tê axaftin her kes mijarê dizane û got: “Pêvajoya lêgerîna Gulistan ji destpêkê de şaş hat meşandin. Doz bi îdiayek ne rast dest pê kir. Gotin Gulistan xwekuştiye kiriye. Ji destpêkê de bi lîstikekê hat meşandin. Bi gumana cînayetê nehat meşandin. Gumanbar nehatin lêpirsînkirin. Ji ber vê ji serî de şaş bû. Piştre di nava demê de rastiya îdiayê hat lêpirsînkirin û hat tespîtkirin ku ne raste. Piştre mirovên di darazê de guherîn pêvajo tenê hat meşandin. Nezelaliyek hebû. Rayedaran wekê me xwest li Gulistan nepirsîn.”

Nîlufer Aktag daxuyakirin ku di dozên wisa de divê ewil delîl bên komkirin û wiha domand: “Lê di vê dozê de ev hatin îhmalkirin û tunekirin. Ne lêkolînek krîmînal ne materyalên dîjîtal yên gumanbaran hatin desteserkirin û ne jî wek gumanbarên cînayetê hatin lêpirsînikrin. Berovajî vê wek heval, xizmên kesa winda hatin lêpirsînkirin. Gelek îhmal hebû. Bûyer li demê belav kirin û gotin wê her kes serê dosyayê bigire. Ev wek cînayetê nayê dîtin lê em qirkirina jinanpolîtîk dibînin. Lê dewlet wisa nabîne. Malbatê jî me jî, têkoşîna xwe domand. Em ê bidomînin û Gulistan bipirsin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Nîlufer Aktag da zanîn ku li Tirkiyeyê jin li her derê bi tundiyê re tên rû hev û wiha dirêjî dayê: “Tundiya li ser jinan bi aliyan dişibin hev. Mînak dewlet di çalakiyan de ji bo pêşiya jinan bigire tundiyê dike. Her wiha li zanîngehan li ser xwendekarên jin tundiyên taybet hene. Ligel vê polîtîkayên ewlehiyê, vir wek gef dîtin, teknîkên taybet li hember vê dide pêşxistin. Mixabin li Tirkiyeyê mekanîzmayeke tundiyê ya sîstematîk û hevpar li hember jinan heye.”

Nîlufer Aktag wiha dawî li axaftina xwe anî: “Doza Gulistan di jiyana jinan de bûye dozek sembolîk. Hem di alî rêxistinên jinan de hem di alî têkoşîna jinan de bû sîwaneyek berfireh. Bi israr pirsîn, dest jê bernedan, her roj bi bîr xistin. Ji ber vê bi rêbazên cuda têdikoşin. Di doza Gulistan de jî em bi rêbazên cuda têdikoşînê dimeşînin. Em dixwazin fêr bibin çi bi Gulistanê hatiye.Em ê bi biryar têkoşîna xwe bimeşînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar