Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in di pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de di bin tecrîdê de tê girtin, bi şandeya DEM Partiyê re hevdîtin kir. Rêber Apo di hevdîtina bi biraziyê xwe Omer Ocalan de ev peyam da: “Eger şert û merc pêk bên, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûnan û tundiyê ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bibim.” Rêber Apo di 28’ê Kanûnê de bi endamên Heyeta DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder re hevdîtin pêk anî, careke din hêza xwe ya çareseriyê bi biryardarî nîşan da û di vî warî de ê bangeke dîrokî li hemû derdoran kir.
Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat, hevdîtin û peyamên Rêber Apo nirxand. Kerem Canpolat bal kişand ser şer, krîz û trajediya mirovahiyê ya li Rojhilata Navînê û got ku yê di vî şerî û krîzê de winda dikin gel in. Canpolat anî ziman ku înkar û redkirina Kurdan li Rojhilata Navînê israra di neçareserkirinê de ye û got ku soza Tirkiyeyê ya “aştiya Rojhilata Navîn” bêyî çareserkirina pirsgirêka kurd û qebûlnekirina ziman û çandê di li valahiyê maye. Canpolat bal kişand ser israra wan a ji bo rakirina tecrîdê û wiha domand: “Divê tecrîd demildest bê rakirin. Divê Rêber Apo bi her kesî re bi awayekî rihet hevdîtinê bike. Ji bo vê jî divê azadiya wî ya fizîkî bê misogerkirin.”
Canpolat diyar kir ku ji bo ku Tirkiye bandorê li şerê li Rojhilata Navînê neke divê di mijara hevdîtinan de gavan bavêje û got ku divê ev hevdîtin di navbera aliyan de bin. Canpolat got: “Hemû sozên ji bo aştiyê bi qîmet in, lê divê li hewayê nemînin. Pêwîst e qîmetê bidin gotinên birêz Abdullah Ocalan û ji bo li hewayê nemînin gav bên avêtin. Pêwîst e desthilat li hember vê bangê û destê tê dirêjkirin paşguh neke.”
Canpolat bibîr xist ku Rêber Apo bang li hemû derdoran kiriye ku bi berpirsiyarî tevbigerin û got ku di vî warî de bar dikeve ser milê hemû gelan û rêxistinên sivîl û partiyên siyasî.