Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Peyama 8’ê Adarê ya TJK-E’yê

TJK-E'yê bi wesîleya 8'ê Adarê peyamek weşand û bang li jinan hemûyan kir ku li dijî faşîzm, zayendîperestî, tecrîd, neteweperestî û paşverûtiyê 8'ê Adarê bikin roja asta herî bilind a têkoşînê

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê danezanek weşand.

Danezan bi sernavê ‘Li dijî qirkirina jinan, dem dema parastina jin a azad û civaka azad e’ hat weşandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di nava şaristaniya kapîtalîst a vê serdemê de ku qirkirineke mezin a çandî, civakî, siyasî û aborî li ser civakan û jinan tê ferzkirin, li dijî van polîtîkayên mêtingerî û zordariyê berxwedan û têkoşîneke mezin hatiye meşandin. Ev têkoşîn ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, ji Ewropayê heta Asyayê, ji Amerîkaya Latîn heta Afrîkayê li qadeke berfireh roj bi roj berfireh û mezin dibe.”

Têkoşîna jinên kurd her sal mezin dibe

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku jinên kurd di çarçoveya pêngava ‘Li dijî qirkirina jinan; dem dema parastina jin a azad û civaka azad e’ têkoşîna xwe xurt dikin û wiha hat domandin: “Dewlet hewl dide xeta azadîparêziya jinan û lêgerîneriya li sîstema konfederal a jinan a demokratîk terorîze bike. Têkoşîna jinên kurd a li dijî van êrîşan her sal mezin dibe. Têkoşîna azadiya jinan ne tenê cîhana jinan ji bo azadiyê diguherîne, her wiha sîstema baviksalar-serdest jî diguherîne. Ji bo tevahiya mirovahiyê, jiyaneke azad û demokratîk pêkan dike.

Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê, em 8’ê Adarê ya sala 2021’ê bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinan; dem dema parastina jin a azad û civaka azad e’ pêşwazî dikin. Kampanyaya ku me di 25’ê Mijdara 2020’î de dabû destpêkirin, bi biryardarî û coşeke mezin digihînin 8’ê Adarê. Bi rêya kampanyaya ‘100 SEDEM’ ên ji bo darizandina dîktator Erdogan, jinên kurd tevî dostên xwe li dijî faşîzmê û qirkirina jinan têkoşîneke girîng meşand.”

TJK-E’yê destnîşan kir ku bi vê kampanyayê, ji bo bidawîbûna polîtîkayên hovane û darizandina kiryarê van sûcan dîktator Erdogan, dê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Di navbera 1-8’ê Adarê de dê li her derê bin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 8’ê Adara 2021’ê dê bibin dengê wan jinan ku ji ber xizmetên xwe yên tenduristî, perwerdeyê û li her qadên hilberînê nikarin berdêla keda xwe werbigirin û wiha hat domandin: “Em dixwazin keda jinan a ku bêqîmet dikin û nahêlin ew ked bê dîtin, raxînin pêş çavan. Di nava vê salê de jin li her sektorê nekarîn berdêla keda xwe werbigirin û hîn bêhtir xisirîn. Krîza ku ji ber şewba Covîd-19 rû da bêhtir xizaniya jinan zêde kir û kir ku hîn bêhtir tundî li jinan bê kirin. Ji ber vê yekê li dijî zexta zayendîperestiyê û rejîmên mêtinger, em jî li her qadê tev li grevên jinan dibin ên di asta navneteweyî banga wan hatiye kirin.

Li ser bingeha avakirina jiyana azad, honandina sîstema konfederal a jinan, ji b xurtkirina çalakiyên hevpar û avakirina tevna jinan em bi rojeveke girîng dest bi 8’ê Adara 2021’ê dikin. Di mijara rêxistinbûna xweser û xweparastinê de, bi rêya têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinan, hem ji aliyê zîhnî hem jî avanî ve li ser bingeha wezîfeyên xwiştiyê, em qadeke girîng a têkoşînê ava dikin û pêl bi pêl mezin dikin. Li ser vê bingehê, em 8’ê Adara 2021’ê bi bawerî û daxwaza mezin a azadiyê pêşwazî dikin.

Bi navê TJK-E’yê di navbera 1-8’ê Adarê de em ê li dehan navendên Ewropayê çalakiyan li dar bixin, dakevin qadan. Her wiha bi rêya semîner û panelên onlîne, em ê bi sedan jinên ji welatên cuda li hev bicivînin. Tevî li Almanya, Fransa, Swîsre, Belçîka, Hollanda, Îngilistan, Awûstûrya, Yewnanistan, Swêd, Danîmarka, Norwêc û Fînlandiyayê, her wiha li Kanada û Awûstralyayê jî di 8’ê Adarê de jinên kurd dê li qadan bin, li dijî faşîzm û qirkirinê azadiyê biparêzin, berxwedanê mezin bikin.

Bi navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em dibêjin ku sedsala 21’ê dê bibe sedsala jinan, li dijî qirkirina jinan em Civaka Azad, Jin a Azad diparêzin! Em bang li jinan hemûyan dikin ku li dijî faşîzm, zayendîperestî, tecrîd, neteweperestî û paşverûtiyê, 8’ê Adarê bikin ew roj ku têkoşîn gihîştiye asta herî bilind.”

Di dawiya daxuyaniyê de bi vê têgihiştinê bang li jinan hemûyan hat kirin ku tev li çalakiyên 8’ê Adarê bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar