Heyeta DEM Partî cara diduyan çû girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî. Li gorî daxuyaniya heyetê wê di dawiya vê pêvajoyê de azadî hebe. Ji daxuyaniyê tê fêmkirin ku hêviya azadiyê heye û hewldanên Rêber Apo ji bo vê yekê dewam dikin. Lê xuyaye ku li aliyê dewletê zelalbûnek tineye. Ji ber ku êrîşên dewleta Tirk ên qirkirin û dagirkeriyê nesekinîne. Di heman demê de zimanê wan ê qirêj hê jî di meriyetê de ye.
Dewleta Tirk li aliyekî qala têkiliyên Kurd û Tirkan dike, lê li aliyê din Kurdan jî qetil dike. Li aliyekî bi DEM Partî re danûstandinan dike, lê li aliyê din dest datîne ser şaredariyên DEM Partî. Li Rojava jî êrîşên qirkirinê nesekinîne. Di nava du hefteyên dawî de li bendava Tişrînê 20 welatiyên sivîl qetil kirin. Dîsa girtina rojnamevanan jî dewam dike. Ji ber vê yekê gelek kes baweriya xwe bi vê dewletê naynin. Hema hema her kes dibêje ku ev dewlet wê me careke din bixapîne. Lê mesele ne xapandina dewletê ye. Ji ber ku vê carê ev dewlet neçar maye dest bi pêvajoyeke bi vî rengî bike. Şert û mercên niha destûrê nade ku ev dewlet wekî xwe bimîne. An wê xwe biguherîne an jî wê bê guhertin.
Îro li Rojhilata Navîn her tişt tê guhertin. Rejîm tên hilweşandin û hevsengî tê guhertin. Dewleta Tirk jî neçare ku li gorî hevsengiyan pozîsyonekê bide xwe. Di hevsengiya nû de jî divê Kurdan nas bike û bi Kurdan re bimeşe. Êdî wekî berê nikare di vê sedsalê de bimeşe. Rêber Apo ji bo guhertina vê zihniyeta dewletê di nava tevgerê de ye. Hewldanên Rêber Apo yên çareseriyê ji bo her kesî ye. Di dawiya vê pêvajoyê de wê her kes qezenc bike.
Dewleta Tirk êdî nema dikare wekî berê li Kurdan binêre. Êdî Kurd li her qadê hene û vê carê bi awayekî fermî hene. Ji qada dîplomasiyê heta qada parastinê, ji qada aboriyê heta qada navnetewî hebûna Kurdan di meriyetê de ye. Kurdan ev yek îspat kiriye û dewleta Tirk nema dikare vê biguhere. Lewma jî niha mecbûre ku bi Kurdan re rûnê û wan nas bike. Eger karîbûya PKK tine kiriba, banga çekdanînê li PKK’ê nedikir. Ji bo vê yekê em dibînin ku ev dewlet di şerê li dijî Kurdan de wenda kir.
Kurdan tevî ewqas komkujiyan jî karîbû xwe li ser piyan bihêle. Îro hê jî ew komkujî dewam dikin û Kurd bedelan didin. Ji qewla Bavê Teyar; qelenê welatekî ne erzan e !
Em ê hê jî bedelan bidin û gelek mirovên hêja ji nava me birin. Lê her kesî dît ku Kurd ji mirinê mezintir in. Kes nikare Kurdan bi mirinê bitirsîne. Eger em doza welatekî dikin û azadiyê dixwazin, wê demê divê em ji dayîna bedelan netirsin. Di vê mijarê de her kesî Kurdan dît. Îro Kurd bi ser mirinê de dimeşin û zora mirinê dibin. Dibe ku em rojên giran bibînin û ji xwe niha em di wê pêvajoyê de ne. Lê dîsa jî em bi wê hêviyê ne ku wê azadî jî li ser wê riyê be. Ji daxuyaniya dawî ya Îmraliyê jî hat dîtin ku em ê bi hev re azad bibin.