Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Peyama Yuksekdag a ji bo 8’ê Adarê

Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bi wesîleya Roja Jinan a Cîhanê peyamek şand û vev bang li jinan kir:“Em li ku bin bila bibin di heman dilî de û di heman hişmendiyê de tên ba hev.”

Navenda Nûçeyan |

Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku ji 4’ê mijdara 2016’an û vir ve di Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê de ye bi wesîlseya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek şand. Dengê Yuksekdagê yê di hevdîtina telefonê de hat qeydkirin, di hesaba wê yê twîtterê de hat parvekirin.

Yuksekdagê bi minasebeta 8’ê Adareê ev bang li jinan kir:

“Em li ku bin bila bibin di heman dilî de û di heman hişmendiyê de tên ba hev. Û ez xwe qet ji wan cuda nahesibînim. Heke tu bi daxwaza berxwedan, rumet, ked, azadî, aştî û demokrasiyê de bê ba hev tu mekan, astengî û sînor nikarin te asteng bikin. Ez jî niha xwe weke ku hatime astengkirin hîs nakim, weke hefskirî hîs dikim. Ji ber ku li der ve bi deh hezaran, bi milyonan deng û gotina min heye… Kesên ku gotina min dibêjin hene. Ez bawer dikim ku jin wê gotina gotinên min û gotinên me yên hevpar bidomînin. Ji her tiştî girîngtir jî gotina gotinên piştevanî û têkoşîna jinan berdewam dikin. Qasî ku ev gotin û ruh hebe rêya me vekiriye û em ê di rêya xwe de bimeşin. Ji her kesî re silav û hezkirinên xwe dişînim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar