Civaka jinê di vê pêvajoya damezrandina destpêkê de mezinbûnekê temsîl dike. Pêvajoya piştî wê derbasbûna civaka çînayetiyê ye û derbasbûna civaka çînayetiyê jî di rastiyê de derbasbûna serdestiyeke zilam e. Pêşketina di serdestiya zilam de ew qasî bêsînor bûye ku hemû xwedayên piştre zilam in. Di rastî de tu xwedawendên jin nemane. Hemû împarator zilam in. Weke îstîsna gelekî kêm jin hebin jî, ew jî jinên weke zilam in. Ji sedî nod û nehê hemû fermandaran hemû bûrokratan zilam in. Bêguman ev jî serdestiyeke bêhevseng nîşan dide. Bêguman li gel ku pêwendiyeke vê bi çînayetiyê re heye, her hal gotina tenê rastiyeke pêşketina mirovahiyê ye, dê nepixandî be. Ango gotina ger zilam serdest nebe jiyan nabe, bi serê xwe tê wateya esasgirtina zîhniyeteke çewisîner û dagirker.
Ez dihizirim ku divê sosyalîzm bi vê re pêwendîdar be. Heta divê li hemberî vê be. Weke tê dîtin, di şêwazên me yên hizirandinê de û şêwazên me yên jiyanê ku çavkaniya xwe ji vê digre de azadî heye. Ger em ê di sosyalîzmê de israr bikin, divê em tê bigihên ku xistina ji hêzê ya di asta jinê ya ku ji dîrokê hetanî niha hatiye pêşxistin ne xwezayî ye. Em dibînin ku ev bi pêşketina civakî ve, bi cureyê pêşketina çînî ve girêdayî ye û di roja me de jî ketiye rewşekê ku bûye çavkaniyeke pirsgirêkan a gelekî mezin. Ez di wê baweriyê de me ku evqasî pirsgirêk werin çareserkirin dê şoreş kûr bibe û divê mirov ew bêhevsengiya di navbera jinbûna zêde ya jinê û zilambûna zêde ya zilam rabike. Bi qasî pirsa zilam divê bibe zilamekî çawa pirsa divê jinek bibe jineke çawa jî ji bo min sotîner e. Ji ber ku dîrok pêwîstiyê dibîne ku em vê pirsê bikin. Di heman demê de di Kurdistan’ê de bi taybetî rewşa zilamê hatiye xistin zêdetir ez kişandime vê pirsgirêkê. Min got ku gelê Kurd de pîrekbûn pêşxistin e. Hindek dixwazin vê li dijî me bi kar bînin, di rastiyê de wateya vê ev bû. Ji ber ku ji dîrokê hetanî niha ji ser serê gelê me her dem dagirkirin û desteserkirin kêm nebûye gelekî me yê ku bi her dagirkeriyê ve ango bi her zorbahiyê ve, bi her despotî -ku ev jî hindekî dişibe zilamê serdest- ve girêdayî maye heye. Di vê wateyê de min got şibandine jina kole û ev watedar e.
Di vir de dema ez derbasî pirsa “di vê de rista zilamê Kurd çi ye?” dibim, min dît ku rista zilamê Kurd di rewşeke dilêşiyê de ye. Di wateya klasîk de jî min dît ku ev zilam naşibe zilamên netewên din. Hin aliyên wî gelekî cuda ne. Zilamê ku di bin bandora pergalên çewisînêr de ne, êşa vê hemûyî ji jinan û zarokan derdixin. Dîsa balkêş e, dixwaze çavkaniya hemû hezkirina xwe jî di vir de bibîne. Ango him lê dide, him hez dike û him jî rondikan dibarîne. Kesayetekî gelekî bi nakokî ye. Dixwaze hez bike dikuje, di şêwazê hezkirina wî de kuştin heye. Ji bo zarokên wî jî ev wiha ye. Min ev zilam gelekî neçar dît. Bi qasî ku min neçar dît, dahûrandina zilam jî ji bo min weke bi qasî dahûrandina jinê girîng xuya kir. Di rastiyê de pirsgirêkê ji pirsgirêka jinê zêdetir weke pirsgirêkê zilam jî dahûrandina min girîngiyeke mezin dide jiyîn. Vê di gelek bîrdoziyan de wiha dideyne holê. Ji ber ku gelek bîrdozî xwedî serdestiya zilam in, zêde pêwîstiyê nabînin ku zilam dahûrînin. Ger kesayeteke sosyalîst a kûr nebe, zilam zêde cih nade hizirandinên ku desthilatdariya xwe bixe xeteriyê. Naxwaze xwe zêde bike mijara rexneyê. Ev rewş nêzîkbûneke ku di zilam de gelekî hatiye pejirandin e.
Rewşa min hindekî cuda ye, ji ber ku min qutbûna ji zilamê klasîk di asteke pêş de pêk aniye, Ez bi wêrekî zilam rexne dikim û dadihûrînim. Bêguman ev taybetiyek e. Ji ber ku min jinê jî ji zilamê asta klasîk de him qut kiriye, him jî di azadiyê de riyeke girîng dayê, divê mijarê de jî nêzîkbûnên min gelekî azad bûne. Ez pirsgirêkê di çarçoveyeke gelekî dînamîk de bi dest digrim û dixwazim hindek têgehên nû bi pêş bixim. Têgehên weke ji kuştina zilam em bigrin, bi heman rengî ji nû ve afirandina jinê û kuştina zêde jinbûnê bala min dikişîne.
Ev pêşketinên ku gelek lê şaş dimînin, heta rê li ber bertekên mezin vedikin in. Bêguman ev berhema feraseteke kûr e. Her çiqasî cihê wan ên xwe bi xwe hebe jî di rastiyê de ji bo bingehê şêwazê jiyana nû bikaribe van hemû rexneyan pêşwazî bike, were avêtin afirandina zemînê gavavêtineke ku xwe dispêre wekhevî û azadiyê neçariyek e. Her diçe plan û bername li ser vê bingehê tê pêşxistin. Ji ber wê jî dema em ber bi civaka nû ve diçin, tişta ku divê her kes bizanibe di vir de jî tê xwestin ku planeke pêşketî derbasî jiyanê were kirin. Ev him gelekî girîng e, him jî gelek karên ku em bikin piştî şoreşê ne, di serî de çareserkirin e. Di vê mijarê de weke ku xeletiyeke dîrokî neyê kirin, ferasetek jî gelekî xwedî bandor e. Berê dihate gotin, “pirsgirêka netewî, pirsgirêka jinê piştî sosyalîzmê tê çareserkirin.” Lê belê di rastiyê ev yek ne wiha ye. Ger ev pirsgirêk kêlî bi kêlî weke rojane neyê çareserkirin, ne şoreşa sosyalîst dibe, ne netew rizgar dibin, ne jî zayend rizgar dibin.