Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cuma - 11 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pirsgirêka jinê pirsigrêka sereke ya civakê ye

Divê ez aşkere diyar bikim ku ez analîzên der barê cinsperestiya civakî de pozitîvîst dibînim. Ez yeqîn nakim ku em karibin bi nêzîkatiyên objektîv ên seresere û çor mijara jinê analîz û çareser bikin. Nexasim em bi şîfreyên koletiyê yên dawerivandine hinavên jinê nizanin. Ez yeqîn dikim ku pirr zêde bi zêhniyeta fallus-vajînayê hatiye kirin û ev zêhniyet qabîliyetên din ên mirovî kotrimî dike. Di vê babetê de nuqteya balê dikişîne ew e, di cîhana nebat û heywanan hemûyan de diyardeya têkiliya cinsî ya şêwe, dem û fonksiyona xwe ya diyar heye, li cem cinsê mirov ev şêwe, dem û fonksiyon ketiye rewşekê ku zêde hatiye dejenerekirin. Ji sedî sed diyar e ku çavkaniya dejenerebûnê civakî ye. Ya rastî, mirov dikare bibêje; bi derketin û giştîbûna pirsgirêka civakî (zordestî û mêtinkarî) bi pêş ketiye. Ji ber ku civaka dayikê ji her alî ve ji hev hatiye xistin, pirsgirêka jinê pirsgirêka sereke ya civakê ye. Ji bo pênaseyeke rast, bi vî awayî destnîşankirina pirsgirêkê hewce ye.

Di mijara jinê de mirov dikare li egoîstî û çavkoriya zilam weke diyardeyeke rojane, her saetê çav bidêre. Di vê babetê de zilamê ji her tebeqeya civakî, bêyî ku rêzikeke huquqî û exlaqî nas bike, çavê xwe namiçîne dikuje, qetil dike. Ma kesê xwedî wijdan dikare vê rastiyê nebîne. Helwestên hov ên bi vî rengî jî pirranî li ser navê eşqê têne nîşandan. Ji ber ku têkiliya eşqê bi heqîqetê re kêm zêde hatiye şîrovekirin, yekser wê bê fêhmkirin ku vegotineke bi vî rengî dereweke herî rezîl e. Çi di cîhana heywanan çi jî di ya nebatan de û heta di cîhana fizikî ya em weke ‘bêcan’ bi nav dikin de çi kirdareke dibe mijara eşqê, nakeve nava hewldaneke bi vî rengî. Herçiqasî hin jirêderketinên hê nehatine analîzkirin bêne dîtin jî aşkere ye ku li cem cinsê mirov sedem û maneyên kuştin û cinayetiyên bi vî rengî, gelekî cuda ne. Berê pêşî divê mirov têkiliya van kuştin û cinayetan bi serwerî û mêtinkariyê re weke yek ji xusûsên sereke destnîşan bike.

Pirsa bingehîn a divê bê kirin ev e, zilam çima di mijara jinê de evqasî hesûd, çavnebar, tehekumkar û kujer e, çima tevahiya bîstûçar saetên rojê ji rewşa xwe ya destavêtinê nagere. Bêguman destavêtin û tehekum têgînên îstîsmarê yên civakî ne. Rengê civakî ya diqewime îfade dike, hiyerarşî zêdetir bavikparêziyê û desthilatdariyê bi bîr dixin. Maneyeke wê ya din a kûrtir, xiyaneta li hemberî jiyanê îfade dike. Girêdana pirralî ya jinê bi jiyanê re dikare helwesta cinsperestiya civakî ya zilam zelal bike. Cinsperestiya civakî, bi bandora cinsperestiya diqedîne û kor dike jidestdana dewlemendiya jiyanê, helwesta bi hêrs, tecawizkar û serwer a ev yek dibe sedema wê, îfade dike. Têkiliya xerîze û ajoya cinsî bi domdariya jiyanê re aşkere ye. Lê mirov nikare bibîne ku ti zindî û ruhber bîstûçar saetan ji aliyê cinsî ve dewamî birçî ye û xwediyê vê zêhniyetê ye. Aşkere ye ku jiyan bi tenê ji têkiliya cinsî pêk nayê. Berevajî, mirov dikare bibêje têkiliya cinsî bi awayekî kêliya mirinê ye, ya rastî li dijî mirinê pêngaveke kujer a jiyanê ye. Ango mane ev e; çalakiya cinsî çiqasî zêde be, ewqasî jiyan ji dest tê dayîn.

Ez nabêjim çalakiya cinsî bi tevahî kujer e. Îdeala bêserûbinî ya jiyanê jî di nava xwe de hildigire. Lê ev îdeal, jiyan bi xwe nîne. Berevajî, li dijî tirsa mirinê tevdîrek e ku mirov dikare bibêje zêde qîmeta xwe ya heqîqetê nîne. Mirov dikare vegotinê welê zelal bike: Gelo dubareyên xelekên jiyanê girîng in, yan jî weke tekxelek ew bi xwe girîng e? Piştî ku heqîqeta ya tektam hat îfadekirin, dubarebûna bêserûbinî ya xelekê zêde maneyê di nava xwe de nahewîne. Eger bihewîne jî ev ji hewcedariya xwe gihandina ‘agahî-zanîna mutleq’ e. Di vê rewşê de xelek çiqasî xwe baş nas bikin, pêdiviya bi agahiya mutleq jî wê ewqasî hatibe tedarikkirin, hingê jî xelek ango zêdebûna cinsî zêde qîmet û maneya xwe namîne.

Ji van nirxandinên kurt encama mirov dikare derxe ew e ku ji dema dayikî û vir ve, jin di nava sîstema bavikan de bi awayekî sîstemîk û sazî bi mêtinkarî û zordestiyeke civakî re rûbirû bûye. Koletiya jinê bi qasî ku bi ti şêweyê koletiyê re mirov nikaribe bide berhev, tevlîhev û heyatî ye. Di nava dîroka şaristaniyê de bazarên koleyan ên jinê, cariyetî û saziyên hareman belkî hinekî diyardeyê nîşan bidin. Lê kirinên modernîteya kapîtalîst li ser jinê ewqasî zêdebûne, hed û hesabê xwe nînin. Ti şaristaniyê bi qasî kapîtalîzmê bi jinê nelîstiye û îstîsmara xwe li ser bi sazî nekiriye. Diyarde ewçend hatiye îstîsmarkirin, pirraniya jinan, kirinên ew xistine rewşên herî rezîlane, weke xisletên bingehîn ên nasnameya jinê nîşan didin. Ne tenê ev, dekûdolab li ser serê wê tê gerandin û ew xwe weke parçeyekî destê vê dekûdolabê digerîne, qebûl dike û ew wer ketiye dest, ji gerandina vê dekûdolabê ti fikarê nake. Em bi tenê behsa mêtinkarî û zordestiyeke diyardeyî nakin. Koletiyeke dawerivandine her şaneyên jiyanê, weke şêweyên deng, reng, beden û zêhniyetê bêxem û fikar bi dilê xwe pêşkêş dike. Hay ji xwe nîne têkiliya xwe ya bi heqîqeta civakî re ji dest daye û kirine ku bi tenê jiyaneke li ser dikê tê lîstin be. Ya rastî, vê îmkanê jî nabîne. Ji bo bidestxistina heqîqet û rûmeta jiyanê, ji hev belavkirina mija li dora jinê, bi tevahî girîngiya xwe diparêze.

Tevî ku rastiyek e ku bêyî jinê jiyan nabe, lê aşkere ye ku bi jineke evçend hatiye xistin jî jiyaneke manedar û rûmetdar nayê parvekirin. Jiyana bi jina heyî re her kes û giştî heta bi qirika xwe ketine nava koletiya herî rezîlane; bi vê zanîn û têgihiştinê divê mirov çareserker û çalak be, wê ev bibe rêya rast a rizgariya jiyanê. Divê mirov ti carî ji bîr neke ku bi jinê re jiyaneke bi mane û bi anor bi zanyartî û hozantiyeke mezin dibe. Yên îdeaya xwe ya eşqê hene, divê kêliyekê jî ji bîr nekin ku bicihanîna vê eşqê, bi çûyîna di rêya vê zanyartî û mezinahiyê de ye. Naxwe bi awayekî din meş û çûyîn bi eşqê re xiyanet e û ji koletiyê re xizmet e. Mirov heta xwe negihîne heqîqeta civakî, nikare bigihîne eşqê.

 

Nûçeyên Têkildar