Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 5 Kasım 2025

Piştevaniya Jinên a Ewropayê: Divê Erdogan bê darizandin

Piştevaniya Jinên a Ewropayê bal kişand ser sûcên dewleta tirk û ji bo darizandina Erdogan bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê

Navenda Nûçeyan 

Piştevaniya Jinên a Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li cîhanê polîtîkayên zayendîperestiya civakî zêde dibin û destnîşan kir ku li tevahiya cîhanê li dijî maf û hebûna jinan êrîşeke zayendîperestiyê tê kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dîroka mirovahiyê ji aliye cewherî ve dîroka dîktatoriyê ku êrîşî jinan dikin û dîroka têkoşînê ya li dijî wan e û ev tişt hat gotin: “Desthilatdariya faşîst a AKP’ê qirkirina civakê herî zêde bi qirkirina jinan pêk tîne. Faşîzm ku asta herî bilind a serweriya mêr e, ji bo karibe hebûna xwe bidomîne, êrîşî jinan dike ku jinan weke dijminê sereke yê îdeolojiya xwe dibîne. Jinan dikuje, dest dirêjî jinan dike, talan û mêtingeriyê li wan ferz dike, îradeya wan desteser dike, keda jinan ji nedîtî ve tê û cewhera nasnameya jinan pûç dike. Li qadên dagirkirî jinan direvîne, mîna koleyan li bazaran difiroşe. Yên ku van polîtîkayan herî zêde pêk tîne dîktator Erdogan û rejîma wî ya faşîst e. Cudahiya kiryarên Erdogan ji yên dîktatorên berê nîne, di heman demê de bi ferman, biryar û talîmatên xwe hovîtiyê dike.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku serîrakirina li ber dîktator, teşhîrkirina sûcên wan û têkoşîna ji bo darizandin û mehkûmkirina dîktator, yek ji wezîfeyên sereke yên têkoşîna heyî ya li dijî serweriya mêr û faşîzmê ye û wiha hate domandin: “Çawa ku hîtler ne tenê hîtler bû, Erdogan jî îro kiryarê sereke yê sîstemê ye, kiryarê sereke yê komkujiyên jinan e.”

‘100 sedemên ji bo darizandina dîktator…’

Di daxuyaniyê de kampanyaya Tevgera Jinên Kurd a li dijî dîktatoriya Erdogan hate bibîrxistin û wiha hat gotin: “Armanca vê kampanyayê ku bi sernavê ‘100 sedemên ji bo darizandina dîktator’ dest pê kir, bêcezanehiştina sûcên şer ên desthilatdariya 18 salan a Erdogan, bêcezanehiştina komkujiyên li dijî jinan e. Yek ji armancên girîng ên kampanyayê ew e ku femîcîde li qada navneteweyî weke sûcekî li dijî mirovahiyê bê naskirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her kêliya di bin zordariya vê rejîma dîktator de tarîkirina jiyana jinan e, ji ber vê yekê wê vê biharê bikin bihara rastî ya jinan û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Bi wesîleya vê kampanyayê em careke din bang li saziyên navneteweyî dikin ku ji bo darizandina van sûcên dîktator Erdogan bikevin nava liv û tevgerê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar