Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Piştgiriya ji bo kampanyaya KJAR’ê mezin dibe

Kampyanaya KJAR’ê ku bi dirûşma ‘Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin’ daye destpêkirin, her diçe mezin dibe. Bi rêya torên civakî zêdetirî hezar kesî piştgirî dan kampanyayê

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê di 27’ê tîrmehê de pêngava ‘Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin’ da destpêkirin. Kampanya bi beşdarbûna jinên kurd, fars, ereb, belûc, azerî, mazenî, gîlekî û lor heta demek nediyar dê berdewam bike.

Ev kampanya bi rêya torên civakî yên weke fecebook, instagram û telegramê ve tê meşandin. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, derveyî welat û başûrê Kurdistanê zêdetirî hezar kesî beşdarî kampanyayê bûn.

Kampanya li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê ye û kar li ser hemû pirsgirêkên civakî dike. Her mehê ji bo guftûgokirin û çareserkirina yek ji pirsgirêkan kar dike.

Ji derveyî jinan mêr jî beşdarî kampanyayê dibin. Her yek bi awayekî bi dîmen, deng, wêne û nivîs piştgiriya xwe destnîşan dikin. Her wiha qala rêya çareserî û rizgarbûna jin û civakê ya ji sîstema mêrsalarî jî dikin.

Her wiha li ser çiyayên Kurdistanê gerîlayan bi dirûşma ‘Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin’ piştgirî dan kampanyayê.

Her kes bi awayekî cuda li ser torên civakî piştgiriya xwe aşkera dikin. Her wiha hinek jin qala nebûna maf û bêrêziyên sîstema Îranê dikin û teqezî li ser şerekî fikrî û îradebûnê dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar