Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Piştî 33 rojan ji 3 endamên RJAK’ê 2 hatin berdan

Ji endamên RJAK’ê yên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen bi biryara dadgehê û bi kefalet berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî jî hê jî girtî ye

Navenda Nûçeyan |

Bi boneya salvegera 7’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclisa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatibûn binçavkirin.

Endam û Rêveberên RJAK’ê 5’ê tebaxê li seytereya Kelek a Hewlêrê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve tên binçavkirin. Ji dema ku hatine binçavkirin heya niha agahî ji endama meclisa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen nedihate girtin.

Piştî 33 rojan duh êvarî bi biryara dadgehê û kefalet endam û rêveberên RJAK Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen hatin berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî hê jî nehatiye berdan. Der barê mijarê de tu daxuyaniyek jî nehatiye dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar