Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Temmuz 2025

Piştî 49 rojan cenaze hat definkirin

Malbata gerîlayê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz) ku di 11’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 49 rojan cenazeyê kurê xwe wergirtin û şevê din li Bismilê defin kirin

Gerîlayê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz) ku ji navçeya Bismil a Amedê ye, di 2014’an de tev li PKK’ê bû û di 11’ê tebaxa 2019’an de li Gevera Colemêrgê di encama pevçûnekî de şehîd bû. Piştî malbat di 18’ê tebaxê de agahî girtin ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, di 21’ê tebaxê de çû Gever û Colemêrgê û li morga nexweşxaneyê cenaze teşhîs kirin.

Li ser vê malbatê di 21’ê tebaxê de serî li Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê da û ji bo testa DNA’yê jî xwîn dabûn. Malbatê piştî 49 rojan di 28’ê îlonê de dîsa serî li dozgerî dan û cenaze ji morga Nexweşxaneya Colemêrgê girtin û anîn Bismila Amedê. Malbatê şevê din nîvê şevê bi tevlibûnek girseyî cenaze li Goristana Taxa Akpinar spartin axê. Dema beşdarbûna gel polîsan goristan dorpêç kir û kesên beşdarî merasimê bûn ji GBT’ê re derbas kirin.

Malbatê piştî cenaze defin kir, xwestin li taxê konê şînê vedin. Lê ji ber polîsan destûr nedan malbat konê şînê vedin, li mala xwe şînê danîn. Şîn dê li mala bavê Muhammet Emîn Demîr 3 rojan bidome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar