Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Piştî Başûr niha jî li Iraqê boykotkirina malên biyanî dest pê kir

Li bajarê Nasriyeyê pêngaveke ji bo piştevaniya berhemên navxweyî hate destpêkirin. Di pêngavê de banga boykotkirina malên biyanî hate kirin. Bandora pêngava boykotkirina malên tirkî û biyanî ya li Başûrê dest pê kir, gihişt Iraqê jî

Xwepêşanderên koma Hibubî yên bajarê Nasriya ku girêdayî parêzgeha Ziqarê ye, pêngaveke piştevaniya ji bo berhemên navxweyî yên Iraqê da destpêkirin. Pêngav ji bo piştevaniya berhemên navxweyî ye û daxwaza boykotkirina malên biyanî hate kirin.

Di nava xwepêşandanan de pankartên ku wêneyê malên iraqî li ser hebûn hatin rakirin. Her wiha di pêngavê de berhemên navxweyî yên Iraqê hatin nîşandan. Ji bilî vê pêngavê, li ser malperên civakî jî gelek kampanyayên ji bo piştevaniya berhemên navxweyî dest pê kir.

Hêjayî gotinê ye piştî ku dewleta tirk a dagiker di 9’ê cotmehê de êrîşî rojavayê Kurdistanê kir, li başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk pêngava boykotkirina malê tirkî da hat destpêkirin. Her ku diçe pêngava boykotkirinê li başûrê Kurdistanê berfireh dibe û bandoreke mezin bi xwe re tîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar