Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Piştî Ebolayê vê carê jî şewba sorikê dest pê kir

Li Kongoyê piştî şewba Ebola vê carê jî şewba sorikê belav bû. Ji bo bi milyonan zarok ji nexweşiyê bên parastin kampanyayên derzîkirinê dest pê kirin

Li Komara Kongo ya Demokratîk di nava 10 mehên dawî de hezar û 400 kes ji ber şewba Ebola jiyana xwe ji dest dan. Niha jî şewba sorikê bûye metirsiyeke mezin. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Oly Ilunga Kalenga ji 1’ê çileyê ve heta niha di 87 hezar kesî de gumana nexweşiya sorikê hatiye dîtin.

Kalenga diyar kir ku hate tespîtkirin ku ji wan mirovan 677 kes bi nexweşiya sorikê ketine û got ku li gorî heman serdemê ya sala derbasbûyî nexweşiya sorikê ji sedî 700 zêde bûye.

Li Komara Kongo ya Demokratîk ku nifûsa xwe 82 milyon mirov e, ji meha Nîsanê ve derzî li 2 milyon zarokên heta 5 salî hatiye xistin. Tê gotin ku di çarçoveya kampanyayên derzîkirinê de wê derzî li 1,5 milyon zarokên din bê xistin.

Ji ber şewba Ebolayê ku par meha tebaxê dest pê kir, heta niha herî kêm hezar û 384 kes li Komara Kongo ya Demokratîk jiyana xwe ji dest dane. KÎNŞASA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar