Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...
Cuma - 21 Şubat 2025

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

‘Piştî me çend fîşek teqandin, her çeteyek bi derekê ve reviyan’

Yek ji fermandarê berxwedana Bendava Tişrînê Rêber Efrîn li ser êrîşên çeteyan û reva wan wiha got: “Hejmara wan ji ya me zêdetir bû û hem ji hewayî hem jî ji bejahî bi amûrên êrîşê hatibûn. Lê belê piştî ku me çend fîşek teqandin, her yek ji wan bi cihekî ve reviyan."

Rêber Efrîn ji fermandarekî wêdetir ji şervanan re bûye nîşaneyek. Şervanên li Tişrînê li ber xwe didin, bi bawerî û hurmeta jê re, di nava şert û mercên zehmet de motîve bûne.

Ez çûm eniyên şervanên HSD’ê yên li Syriatelê ku li bakurê Bendava Tişrînê ye û rojên dawî berxwedan lê xurt e. Di dema serdana li eniyê û tunelan de li fermandarekî HSD’ê li Rêber Efrîn rast hatim.

Rêber bi eslê xwe ji Efrînê ye û li gel ku beriya niha birîndar bû vegeriya eniya berxwedanê. Demeke dirêj e li eniyên berxwedanê yên Tişrînê ye. Weke fermandar tevlî gelek şer û operasyonan bûye.

Em bi hev re li eniyan geriyan û li ser berxwedanê axivîn. Wê demê kesayetiya Rêber Efrîn, bi taybetî jî têkiliya wî ya xurt a bi şervanan re û rêbaza wî ya lîdertiyê şênber bû. Dema ku em li hev rast hatin, min firsend dît ku wî ji nêz ve nas bikim. Li gel ku yekemcar me hev naskirin jî me zû hev fêhm kir. Bêguman kesayetiya wî ya ji dil, durust û germ bû sedem ku em zû nêzî hev bibin. Bi van taybetmendiyên xwe di demeke kurt de hate naskirin û hezkirin.

Rêber Efrîn bi hêza xwe ya moralê dibe çavkaniyeke mezin ji şervanên xwe re. Weke fermandarekî rewşa şervanên xwe timî dişopîne û di cih de piştgiriyê dide wan. Carna ji bo moralê bide şervanên xwe henekan dike. Bi taybetî di demên herî zehmet ê şer de distirê û berxwedêriya şervanan xurt dike.

Di şer de fermandar xwedî sekneke otorîter in. Rêber Efrîn ji bo şervanan ji fermandarekî wêdetir bûye nîşaneyek. Bi lîderiya wî di nava şervanên HSD û YPJ’ê de yekîtî û hevgirtin gelekî xurt e û şervan fermandarê xwe bi her awayî ji xwe re dikin esas. Li hemberî bombardûmana hewayî û topan a artêşa Tirk a dagirker bi saya lîderiya xurt a Rêber Efrîn, şervan bi baldarî li ber xwe didin. Şervan bi bawerî û hurmeta ji wî re di nava şert û mercên zehmet de motîve bûne. Piştî êrîşên bombeyî û topan, berxwedana şervanan bi ti awayî têk naçe. Berevajî vê yekê xwe ji nû ve komî ser hev dikin û ji bo têkbirina êrîşan xwe amade dikin. Piştî êrîşan li hev kom dibin, distirên, henekan bi hev dikin û moralê didin hev; bi vê bandorê psîkolojiya şer ji bîr dikin.

Di dema diyalogê de qala bîranîneke xwe kir: “Em li eniyê bûn. Hin şervanên me jî di tunelan de bûn. Hevalan gotin, çete ketine pozîsyona êrîşê. Ji bo karibim cihê çete lê ne bibînim û rewşê fêhm bikim, min cihê xwe guhert. Dema ku min çete dît ez matmayî mam; min got ‘Gelo ewqas çete ji bo me hatine’. Hejmara wan bi deh qatî ji ya me zêdetir bû. Herî kêm 4 wesayitên zirxî hebûn. Min hejmara me anî ber çavên xwe û careke din li çeteyan nihêrî. Ji hewayê jî dengê balafirên keşfê û şer dihat. Ji bejahî jî êrîşa bi wesayitên zirxî û ya çeteyan hebû. Beriya ku ew xwe nêzî me bikin, me dest bi êrîşê kir. Fîşekên me yên destpêkê li çend ji wan ket; mirî û birîndarên wan çêbûn. Şer dirêj dewam nekir. Lê belê piştî pêngava me çeteyan mirî û birîndarên xwe birin û vekişiyan. Ev yek balkêş bû. Hejmara wan ji ya me zêdetir bû û hem ji hewayî hem jî ji bejahî bi amûrên êrîşê hatibûn, lê belê piştî ku me çend fîşek teqandin, vekişiyan. Dema ku hatin ji xwe bawer bûn, lê belê dema reviyan ne bi wî rengî bûn. Her yek ji wan bi cihekî ve reviyan.”

Çavkanî: Serdar Semsûr – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar