Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...

Zimanê wêrek û pênûsa leheng ê çapemeniya azad: EZÎZ KOYLUOGLÛ

Ezîz Koyluoglû di 27’ê Çileya 2025’an de di encama êrîşa balafirên bûmirov û bombebarkirî ya dewleta Tirk a qirker de li bajarê Ranya ya...

Pazartesi - 24 Şubat 2025

PKK ji bo azadî û demokrasiyê şoreşê dike

Parlamenterê başûrê Kurdistanê Rizgar Mihemed diyar kir ku PKK ji bo azadî, demorkasî û rizgariya gelê xwe ji zilm û bindestiyê şoreşê dike û mafê wê ye

Navenda Nûçeyan |

Parlamenterê Tevgera Goran ê başûrê Kurdistanê Rizgar Mihemed piştgirî da kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ hat destpêkirin û wiha got: “Diyar e kesên ku piştgiriya vê kampanyayê dikin, hest bi vê yekê dikin ku ew têkoşîn û şoreşa PKK dike mafê wê ye. Nabe tevgerek ji bo azadî, demokrasî û rizgariya gelê xwe ji zilm û bindestiyê bixin ‘lîsteya terorê’. Lewma li ser milê her kesê erke ku ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ kar bike.”

Mihemed diyar kir k udi rastiyê de PKK li herêmên çiyayî ji bo rizgariya gelê kurd xebat û têkoşînê dike ku dewleta tirk vê yekê jî rewa nabîne.

Parlamenter Rizgar Mihemed kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ hatî destpêkirin girîng dibîne û wiha dibêje: “Xelkek baş li ser asta bilind, rewşenbîr û welatparêz li her cihî piştgiriya vê kampanyayê dikin. Vê jî girîngiya xwe heye. Eger PKK ji bazinê ‘terorê’ were derxistin, wê demê wê danûstandinê zêdetir destpê bike, çi li ser asta navxweyî û çi jî li gel welatên zilhez. Wê demê PKK wê bi rêya nûnertiyên xwe bikaribe kar ji bo bidestxistina mafên rewa kar bike.”

Kampanya bi pêşengiya hezar rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin û berdewam dike. Heman kampanya roja 29’ê Çileyê bi tevlibûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrin û siyasetmedaran li seranserî başûrê Kurdistanê jî hat destpêkirin. Roj bi roj piştgiriya ji bo kampanyayê zêde dibe. Çavdêrên siyasî û aktîvîstên Hewlêrê piştgirî dan kampanyayê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar