Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

PKK: Serketin wê her tim a şervanên azadiyê yên fedayî be

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya operasyonên şoreşgerî yên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeran pêk anîn, peyameke pîrozbahiyê ji Fermandara Biryargeha NPG’ê re şand û got: “Serketin wê ya şervanên azadiyê be.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya operasyonên şoreşgerî yên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Xakurkê, Metîna û Zapê pêk anîn, bi peyameke pîrozbahiyê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) pîroz kir.

PKK’ê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de wiha got:“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di navbera 22-24’ê kanûnê de li Xakurkê, Metîna û Zapê çalakiyên serketî pêk anîn. Mîna di salvegera 45’emîn a partiya me de, di dawiya sala 2023’yan a mîladî de jî yek ji derbeyên herî giran li dijminê faşîst-qirker xistiye. Ev çalakî di şert û mercên zehmet ên zivistanê de pêk hat û derbeya herî giran li faşistan xist. Van çalakiyan dewleta tirk a dagirker-qirker û hêzên li pişt wê qehirand, lê moral û kelecaneke mezin jî daye gelê me yên welatparêz û dostên me yên demokratîk; hêvî û baweriya serketinê xurt kiriye. Hêzeke gelekî mezin tev li Pêngava Azadiyê ya Kûreyî kir ku em ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd dimeşînin. Bi rastiya ku sîstema mêtinger-qirker hildiweşe, Gerîlayên Fedayî yên APO’yî hêza xwe car din nîşanî dost û dijmin kir.

Di şexsê we de em serketinên dîrokî yên fermandar û şervanên HPG û YJA Starê ku di van çalakiyên dîrokî de xwedî ked in pîroz dikin, şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û hêvî dikin ku ev çalakiyên serketî ku siberoja azad gav bi gav ava dike, dewam bikin. Bi vê baweriyê em we û hemû hêzên xwe yên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi wêrekî li ber xwe didin, bi ruhê hevrêtiya Apoyî silav dikin.

Serketin wê her tim a şervanên azadiyê yên fedayî be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar