Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Plana veşarî ya li ser deriyê Sêmalkayê

PDK bi rêya endamên ENKS'ê yên ku kaçaxçitiya mirovan dikin re amadekariyê dike ku xelkê herêma Koçeratan a girêdayî bajarê Dêrîkê derbasî başûrê Kurdistanê bikeS

PDK’ê di 16’e kanûnê de deriyê sînor ê Sêmalkayê yê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de ye girt. Plana esasî ya pişt perdê derket holê. Tê gotin ku piştî PDK’ê deriyê Sêmalka girt, niha jî bi endamên ENKS’ê yên kaçaxçitiya mirov û hişberiyan dikin re amadekariyê dike ku xelkê herêmê derbasî başûrê Kurdistanê bikin.

Endamekî Partiya Yekitî ya di bin sîwana ENKS’ê de ye agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA). Endamê Partiya Yekitiyê anî ziman ku beriya deriyê sînor a Sêmalka bê girtin Rêveberên ENKS’ê û ya PDK’ê bi endamên ENKS’ê yên kaçaxçiya mirovan û hişberiyê dikirin re civînek taybet çêkirine. Di civînê de ji kaçaxçiyan re gotine ku piştî derî bê girtin divê hûn hin kesên ji herêma Koçeratan û Dêrikê amade bikin da ku hûn derbasî başûrê Kurdistanê bikin. Armanc ji vê jî ew e ku weke dij-propagandayê li ser Rêveberiya Xweser bikin.

Endamê Partiya Yekitî, destnîşan kir ku ji bo kesên ku bi rêya kaçaxçiyên mirovan derbasî başûrê Kurdistanê bikin li Hewlêrê qampekê koçberan a nû dê were avakirin. Çavkaniyê diyar kir ku PDK û Tirkiye dê vê rewşê di aliyê siyasî, dîplomasî û civakî de li dijî Rêveberiya Xweser bi kar bînin.

Tê gotin ku li gor vê planê guman heye ku Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar