Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Polîs û AKP’iyan êrîşî KESK’iyan kir

Endamên KESK’ê yên xwestin ji bo daxwazên xwe yên Peymana Tomarî (TÎS) li nêzî Wezareta Xebatê daxuyanî bidin rastî êrîşan hatin. Li Derve polîsan êrîş kir û li hundir jî nûnerên Memûr Sen a nêzî AKP’ê êrîşî KESK’iyan kir

Endamên KESK’ê bi armanca balê bikişînin ser daxwazên xwe yên Peymana Tomarî (TÎS) ji 4 milên Tirkiye de berê xwe dabûn Enqere û hatin Enqereyê. Endam û rêveberên KESK’ê yên gihiştin Enqereyê xwestin ji bo hevdîtinên serdema 5’emîn a Peymana Tomarî (TÎS) li pêş Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Polîsan destûr nedan ku KESK li vir daxuyaniyê bidin û bi bombeyên gazê êrîş kir. Polîsan di mudaxaleyê de endamê MYK’ê yê KESK’ê Îlhan Yîgît, Sekreterê GişTî yê Haber Senê Burak Ustaoglu, Sekretera Giştî ya SES’ê Selma Atabey, Serokê Tarim Orkan-Senê Hamît Kurt û gelek rêveberên KESK’ê binçav kirin. KESK’iyên din jî li dijî mudaxaleya polîsan dirûşme berz kirin û meşiyan Kizilayê.

Sekreterê Giştî yê KESK’ê Ramazan Gurbuz, li salona Wezareta Xebatê mudaxaleya polîsan şermezar kir. Dema Gurbuz, êrîşa polîsan şermezar kir rastî êrîşa endamê Memûr Senê hat ku ev sendîka bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê zanîn. Gurbuz bertek nîşan da û wiha got: “Li derve em rastî êrîşa polîsan tên û li hundir jî em rastî êrîşa Memûr Sen’ê tên. Ev mafê me yê herî demokratîk e. ” Nûnerên Memur Senê jî gotin ‘Hûn ê daxuyanî bidin biçin li derve bidin. Ev der ne cihê daxuyaniyê ye.” û bertekên xwe yên li dijî KESK’iyan anîn ziman. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar