Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Polîsan çek xistin serê zarokê 3 salî!

Li Semta Gazîler a navçeya Peyasê ya Amedê, polîsan serê sibehê bi ser malekê de girtin. Polîsan bêyî ku hincetekî nîşan bidin li malê lêgerîn pêk anîn û xwendekarê lîseyê Tîrêj Teke (17) binçav kirin. Hat ragihandin ku di kêliya lêgerînê de polîsan, çek xistiye serê Teke û biraziyê wî Civan ê 3 salî. Polîsan, Teke bi xwe re birin Şaxa Zarokan a Miduriyeta Polîsan a Amedê.

Dayika Teke Nezahat Teke diyar kir ku kurê wê xwendekarê lîseyê ye û got ku li şûna qereqolê diviya ku niha kurê wê li dersa xwe bûna û bi van gotinan qala dema serdergirtinê kir: “Di serdegirtinan de ji ber ku polîs timik deriyên me dişikînin, vê carê ji ber zingil lêdana wan em matmayî man. Dema ku hatin dema çûyîna kurê min a dibistanê bû. Çawa ku kurê min derî vekir, çekê kirin serê wî û ew li erdê dirêj kirin. Min ji wan re got ku kurê min 17 salî ye. Li gel ve yekê jî kurê min bi deqeyan li erdê direjkirî hiştin. Min xwest wan asteng bikim. Lê dema ku min mudaxale kir ew rakirin û birin mitbaxê. Hinceta binçavkirinê negotin. Lêgerîn pêk anîn û malê ji hev xistin. Li malê neviyê min jî hebû. Çekê kirin serê wî jî. Lê tiştekî li malê nedîtin. Piştre rakirin kurê min û telefona wî bi xwe re birin.”

Hat hînbûn ku kekê Tekê Mazlûm Teke ji ber sedemên siyasî girtî ye, bavê wî Mehmet Şah Teke jî bi heman hincetî neçar maye ku biçe Ewrpoyê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar