Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Polîsan destûr neda bîranîna Qirkirina Ermenan

Rêveber û endamên ÎHD’ê xwestin li Sultanahmeta Stenbolê kesên di Qirkirina Ermenan de jiyana xwe ji dest dan bibîr bînin lê polîsan bîranîn asteng kir

Bi rasthatina salvegera Qirkirina Ermenan a 24’ê Nîsana 1915’an kesên di qirkirinê de hatine qetilkirin bi çalakiyên cuda tên bibîranîn. Hevseroka Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de endam û rêveberên ÎHD’ê xwestin li Qada Sultanahmeda Stenbolê ji bo qurbaniyan bernameya bîranînê li dar bixin. Polîsan çalakiya ÎHD’ê asteng kir. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ê ermen jî destek da çalakiyê û li Rawestgeha Travmaya Sultanahmedê kom bûn. Komê ji vir heta Qada Sultanahmedê meşiya û polîsan bi hinceta “daxuyanî û çalakî qedexe ye” destûr neda bîranînê. Tevî hemû nîqaşên rêveberên ÎHD’ê jî polîsan destûr neda. Li ser vê yekê aktîvîst ji qadê veqetiyan û diyar kirin ku dê li avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî bidin.

ÎHD’a Edeneyê jî çalakiya bîranîna Qirkirina Ermenan li avahiya xwe li dar xist. Endam û rêveberên ÎHD’ê beşdar bûn, pankarta “Qirkirina Ermenan ji bîr neke û nede jibîrkirin” daliqandin û ji bo bîranînê findan pêxistin. Serokê ÎHD’a Edeneyê Prz. Îlhan Ongor diyar kir ku bi Qirkirina Ermenan xwestin pirengîn û pirçandîbûna Anatolê bi dawî bikin û rejîm faşîst a Hîtler, Qirkirina Ermenan a sala 1915’an ji xwe re kiriye mînak. Ongor da zanîn ku qirkirinê di heman demê de bi xwe re dizî û talankirinê jî bi xwe re aniye û wiha got: “Înkarkirin her tim qirkirinê dike û bi xwe re tîne.” STENBOL/EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar