Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Temmuz 2025

Polîsan îşkence li dayika 90 salî kir

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê vê sibê polîsan bi ser malan de girt. Polîsên tîmên taybet di heman demê de bi ser mala biraziyê Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, Nûrettîn Şen de jî girt. Hat zanîn ku di serdegirtinê de polîsan çek xistiye serê Nûrettîn Şen û îşkence lê kirine.

Tîmên taybet kelûpelê malbata Şen serûbin kirin. Bavê hevşaredar Mûrat Şen derxistin derve û li ber sir û seqema dijwar dan sekinandin. Her wiha polîsên tîmên taybet îşkence li dayika Hevşaredar Mûrat Şen, Fatma Şen a 90 salî kirin û dest û milê wê xistin ber sindoqê. Di dest û milê dayikê de birîn çêbûn û wêneyên dayikê ravekirina îşkenceyê radixîne ber çavan. Polîsan serê Abdurrahîm Şen jî li dîwar xistin û ser û çavê wî birîndar kirin.

Piştî îşkenceya li ferdê malbatê hat kirin û lêgerîn bi dawî bû Nûrettîn Şen binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Hezexê. Sedemê binçavkirina Şen nehat zanîn.

Hat zanîn ku welatiyê bi navê Mehmet Fîdan jî di serdegirtina mala xwe de hatiye binçavkirin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar