Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Polîsan li Amedê xizmên girtiyan asteng kirin

Malbatên Girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Malbatên bi zorê li wesayîtên xwe hatin sîwar kirin, bertek nîşanî polîsan da

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, ji bo balê bikişinin ser rewşa çalakgeran xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê lê polîsan destûr neda ku malbat daxuyanî bidin. Polîsên bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr nedan daxuyaniyê, bi TOMA’yan û sedan polîsên hêzên çewîk pêşiya girtîgehê dorpêç kirin. Malbatan ligel hemû astengiyan jî xwestin daxuyanî bidin lê polîsan ew kirin çemberê. Malbatan li ser vê yekê bi lêxistina çepik û tilîliyan ev helwesta polîsan şermezar kirin.

‘Zarokên me ji birçina dimirin’

Polîsan piştî nîv saet hevdîtina hat kirin, xwestin malbatan bi zorê li wesayîtan siwar bikin û ji herêmê dûr bixin. Malbatên li dijî vê mudaxileya polîsan li ber xwe dan, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” şermezar kirin. Polîsan bi mertalên xwe bi zorê malbat ji ber girtîgehê dûr xistin. Malbatan jî li ser vê yekê bertek nîşanî polîsan dan û gotin: “Em dayikin. Dayikên we jî hene. Zarokên me ji birçînan dimirin.”

Malbat piştre kom bi  kom ji dorpêça polîsan derketin, li çepikan xistin û bi berzkirina dirûşmeyan xwestin bimeşin. Polîsan dîsan mudaxileyê malbatan kirin û destûr nedan ku malbat bimeşin. Polîsan li ser vê yekê, xwestin malbatên li ber girtîgehê kom bibûn li wesayîtê xwe siwar bibin û ji ber girtîgehê dûr bikevin. Malbatên nexwestin ji herêmê dûr bikevin, polîsan bi zorê ew li wesayîtên wan siwar kirin û ji herêmê dûr xistin.

‘Dilê me dişewite’

Welatiyekê dinava koma malbatan de li polîsan vegeriya û wiha got: “Ma zarokên we tune ne? Wezareta Dadê li kuye? Ma eve edalet? Em dayikin dilê me dişewite.” Malbatên li ber xwe dan piştî demekê li wesayîtên xwe siwar bûn û ji ber girtîgehê veqetiyan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar