Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Polîsan li Wanê bi hovane êrîşî gel kir

Polîsan li Wanê bi hovane êrîşî malbatên girtiyan ku dixwestin ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê re daxuyaniyê bidin, kir. Di encama êrîşê de 3 kes hatin binçavkirin û hevserokê Şaxa TUAYDER a Wanê Onder Acar jî birîndar bû

Malbatên girtiyan ji bo piştgiriya bi çalakiya zarokên xwe re û bal kişandina ser rewşa wan, bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Şewirmendiya Malbatên Girtiyan (TUAYDER) xwestin li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniyê bidin.

Di daxuyaniyê de parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, xizmên girtiyan, endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên Wanê û nûneren gelek saziyên demokratîk jî amade bûn. Dema parlamenter Orhan xwest daxuyanî bide, polîsan girse dorpêç kir û êrîş kir. Li ser êrîşa polîsan, welatiyên li kolanan jî bertek nîşan dan. Polîsan çêr li gel kirin.

Di êrîşa polîsan de 3 kesên ku navên wan nehatin zanîn, hatin binçavkirin. Her wiha di êrîşa polîsan de hevserokê Şaxa TUAYDER’ê yê Wanê Onder Acar ji serê xwe birîndar bû. Ji ber derba giran, Acar ji serê hişê xwe çû. Acar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Polîsan piştî êrîşê, kolan dorpêç kir. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar