Rêber Apo gelê Kurd ji bo cîhana nû hazir dike

Serdestên cîhanê careke din hewildidin cihanê li gor berjewendiyên Modernîteya Kapîtalîst dizayn bikin. Wekî sedsal berê îroj konferans, civîn û peymanên wekî Lozan, Sykes-Picot...

Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...

Salı - 25 Şubat 2025

Polîsan malbat anîn ber avahiya HDP’ê xwarin dayê

Malbatên ku ji hêla polîsan ve hatine birêxistinkirin û li ber avahiya HDP’ê hatine peywirdarkirin, çalakiya xwe didomînin. Polîsên ku malbat di danê sibehê de ji malên wan bi wesayîtên xwe anîn ber avahiya HDP’ê, xwarin û vexwarinên wan jî danê

Hin kesên ku îdia dikin ‘HDP’ê zarokên wan birine çiyê’ û ji hêla polîsan ve hatine birêxistinkirin, li ber avahiya HDP’ê çalakiyê li dar dixin. Her wiha malbatên leşker û polîsên ku gerîlayên HPG’ê girtin jî tev li vê çalakiyê bûn.

Kesên bi navên Fevziye Çetînkaya û Şahap Çetînkaya bi îdiaya ku ji roja duşemê ve ji zarokê xwe S. Çetînkaya agahiyê nagirin û jina bi navê Remziye Akkoyun ku îdia dike ev 4 salin ji kurê xwe Azat Akkoyun agahiyê nagire, li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê dest bi çalakiyê kirin. Çetînkaya û Akkoyun îdia dikin ku zarokên wan ji çiyê re hatine şandin. Îro jî malbatên leşker û polîsên ku ji hêla gerîlayên HPG’ê ve hatine girtin, tev li çalakiyê bûn.

Malbatên leşker û polîsan jî tev li çalakiyê bûn

Leşkerê bi navê Muslum Altintaş dema ku di 2’yê cotmeha 2015’an de li Pulumur a Dêrsimê leşkerî dikir, ji hêla gerîlayên HPG’ê ve hate girtin. Kesê bi navê Vedat Kaya di 24’ê tîrmeha 2015’an de li Licê û Sedat Yabalik jî di 28’ê tîrmeha sala 2015’an de ji hêla gerîlayên HPG’Ê ve hatin girtin. Malbatên van leşker û polîsan jî tev li çalakiya li ber avahiya HDP’ê bûn.

Bi wesayîtên polîsan hatin

Hat gotin ku polîsan di danê sibehê de ev malbate li malên wan hilgirtine û bi wesayîtên xwe anîne ber avahiya HDP’ê. Di dema çalakiyê de hat dîtin ku xwarin û vexwarina van malbatan jî ji hêla polîsan ve tê pêşwazîkirin.

Gefa kuştina zarokan li HDP’iyan xwarin

Hat zanîn ku di hundirê çenteyên li gel malbatan de kevir hebûn û car bi car ev kevire li camên avahiya HDP’ê xistin û gef li partiyiyan xwarin. Ji malbata Çetînkaya kesekî wiha gef xwar: “Ger ku hûn zarokên me neyînin em jî dê zarokên we birevînin. Em ê wan bikujin.” Malbatên ku li ber avahiya partiyê di çalakiyê de ne, gelek caran êrîşî kesên dikevin avahiya partiyê û jê derdikevin dikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar