Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Polîsan malbat asteng kirin û dîmenên rojnamegeran jê birin

Malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo ku balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiyê li dar bixin. Lê malbat hatin astengkirin û polîsan wêne û dîmenên rojnamegeran jî jê birin

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê re û bal kişandina ser rewşa girtiyan, malbatên girtiyan jî li gelek deveran çalakiyan li dar dixin. Di vê çarçoveyê de ji 9’ê nîsanê ve malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Lê polîsên ku tehemûla çalakiyê nakin, her tim êrîşî dayikan dikin.

Di çarçoveya çalakiyê de, dayikên girtiyan îro jî xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya xwe pêk bînin. Malbatên ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebzeyê kom bûn, xwestin ji vir bi wesayîtan biçin ber girtîgehê. Dema ku malbat nêzî girtîgehê bûn jî polîsan pêşiya wan girt û destûr nedan ku ber bi girtîgehê ve biçin. Di heman demê de polîsan gef li malbatan xwar û xwestin ku belav bibin.

Polîsan dîmen û wêneyên çalakiyê jê birin

Malbatên girtiyan jî ji polîsan re got ku dê belav nebin û li cihê ku lê hatine astengkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan bi darê zorê malbatên girtiyan li wesayîtan siwar kirin û ji girtîgehê dûr xistin. Her wiha polîsan kamera û wênekeşên rojnamegerên ku çalakî dişopand jî kontrol kirin û hemû dîmen û wêneyên çalakiyê jê birin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar