Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Polîsan parlamenter birîndar kirin

Polîsan parlamenterên HDP’ê yên li ber avahiya HDP’e ya Amedê bi armanca tayînkirina qeyûm şermezar bikin çalakiya rûniştinê li dar xistin, bi copan birîndar kirin. Parlamenterên HDP’ê yên bi lêdana polîsan birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê

Çalakî û bertekên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Parlamenterên HDP’ê bi armanca tayînkirina qeyûm şermezar bikin li pêş avahiya HDP’ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Remziye Tosun û Feleknas Uca piştî rastî astengiya polîsan hatin, li pêş avahiya HDP’ê rûniştin. Polîsan bi mertalên xwe wekîl dorpêç kirin û destûr nedan wekîl bimeşin. Li ser vê yekê wekîl rûniştin û rastî êrîşa polîsan hatin.

2 parlamenter birîndar bûn

Polîsan koma HDP’ê dorpêç kir û destûr nedan ji avahiya HDP’ê derkevin. Li ser vê yekê parlamenterên HDP’ê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlamenterên xwestin derkevin derve rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi cop û mertalên xwe êrîşî parlamenteran kirin û Gulistan Kiliç Koçyîgît û Semra Guzel birîndar kirin. Koçyîgît û Guzel ku birîndar bûn, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.  Polîsên ku avahiya HDP’ê bi mertalên xwe dorpêç kirine destûr nade gel biçe û derkevin.

4 kes binçav kirin

Li aliyê din, polîsan li Ofîsê 4 kes binçavkirin. Polîsan bi hinceta tev li çalakiyan bûne Fesih Balbay, Yaşar Akboga, Velî Eren û Berfîn Can binçav kirin. 4 kesên hatin binçavkirin rastî lêdan û îşkenceya polîsan hatin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar