Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Polîsan xwest li kafeyê stranên kurdî neyên guhdarkirin

Polîsên li kafeyek navçeya Sûrê rûniştin li dijî stranên kurdî bêtehamulî nîşan dan. Hat zanîn ku polîsan ji xebatkarê kafeyê re gotine “Biçe van stranan biguherînin, em jê fêm nakin.”

Li dijî ziman û stranên kurdî bêtehamûlî dewam dike. Komek polîs di nav de ku rayedarên polîsan jî hebûn duh êvarê li kafeyek li navçeya dîrokî ya Sûra Amedê rûniştin. Li kafeyê di YouTube’de stranên kurdî vekirîbûn û dihatin gotin. Hat zanîn ku polîsan ji xebatkarê kafeyê re gotin “Biçe van stranan biguherînin, em jê fêm nakin.”

Li ser vê bêtehamûliya polîsan jî xwediyê kafeyê stranên dihatin lêdan neguhert û YouTube’yê di herikbarîna xwe de li ser stranên kurdî dewam kir.

Polîs heta derengiya êvarê li wê kafeyê rûniştin. Hat zanîn ku polîs ji serê sibehê ve heta êvarê li derdora wê kafeyê çûne û hatine.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di rojên borî de jî li Êlihê polîsan mîkrofon ji destên stranbêjekî kurd girtin û destûr nedan ku stranên kurdî bêje. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar