Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Polîsên faşîst ên tirk bi ser gelek malan de girtin

Polîsên faşîst ên tirk li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi ser malan de hat girtin. Di serdegirtinên malan de Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar û Seroka MKG’ê Rosa Metîna jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirinê yên desyhilata faşîst a AKP-MHP’ê bi hemû hovîtiya xwe didome. Polîsên faşîst ên tirk di danê sibehê de Amed, Stenbol, Mêrdîn û Şirnex jî di nav de li gelek bajaran bi ser malan de girtin. Polîsan bi ser malên Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û rojnameger Ahmet Sunbul, derhêner Ardîn Dîren, mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) de girtin. Lêgerîna li malan didome.

Rojnameger Erdogan Alayumat û Bîlge Aksu jî li Stenbolê hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan ên li Êlihê de rojnameger Mehmet Uçar hate binçavkirin.

Di serdegirtinên malan ên li navçeya Artûklû ya Mêrdînê de Mehmet Şîmdî (40), Mehmet Şîmdî (22), Mehmet Nûr Şîmdî (22), Medîne Şîmdî (20) û Ronî Şîmdî (17) hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Hat zanîn ku bi hinceta tevlibûna protestoyên li dijî destserkirina vînê bûne hatine binçavkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.

Li seranserî Rihayê de 4 kes hatin binçavkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Karakopruyê Ulaş Çoban, Kubîlay Yildiz, Ayfer Haykir û Mehmet Demîr hatin binçavkirin.
Li gundê Atgûdan ê Hewagê jî bi ser malekê de hate girtin. Hat zanîn ku dayika H.A. ku biryara binçavkirina wî hebû, hate derbkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar