Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Polîsên tirk li 5 bajaran bi ser 100 malan de girtin

Di çarçoveya lêpirsîneke ku li Amedê hat destpêkirin de li 5 bajar û navçeyan, bi ser sedan malan de hat girtin. Piraniya kesan li gundên girêdayî navçeyên Licê, Hezro û Karazê hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîneke ku li Amedê bi îdeaya ‘fînansekirina rêxistinê’ hat destpêkirin de derbarê 105 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya biryarê de li Amed, Stenbol, Enqere, Edene û Aydinê polÎs û leşkeran bi ser sedan malan de girtin.

Serdegirtinên malan zêdetir li navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê hatin kirin. Leşkeran di saetên serê sibê de bi ser gundên Helhel ê navçeya Hezroyê û gundê Nenyas ê navçeya Licê de girtin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de tiştên malê hatine belavkirin û leşkeran li welatiyan daye. Hat hînbûn ku li her du gundan Hasil Tekîn, Cevdet Tekîn, Yahya Tekîn, Fesîh Tekîn, Onder Yildirim, Yûsûf Yildirim, Mûstafa Toprak, Metîn Çakir, Nevzet Demîrhan, Vedat Çakir, Sedat Çakir, Vedat Çakir, Metîn Çakir û Şemsettîn Çakir hatine binçavkirin.

Nehat zanîn ku di serdegirtinên malan de çend kes hatine binçavkirin û hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Fermandariya Cendermeyan a Amedê.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar