Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Prof. Aûernheîmer: Gava yekem azadiya Abdullah Ocalan e

Profesorê alman Georg Aûernheîmer merheleya tecrîda li Îmraliyê weke ‘êşkenceyê’ pênase kir, anî ziman ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin û wiha got: ‘’Weke pêngava yekem hewce ye Abdullah Ocalan serbest were berdan.’’

Nêzîkî 4 salan e ku ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tu agahî nayê standin. Li hemberî tecrîda li Îmraliyê  saziyên rayedar û bi taybet jî Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bêdeng in.

Pedegogê alman Profesor Georg Aûernheîmer ku heya teqawîd dibe, li Fakulteya Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Kolnê weke Profesorê Perwerdeya Navçandî dixebite, merheleya tecrîda li Îmraliyê weke ‘êşkenceyê’ pênase kir. Georg Aûernheîmer da zanîn ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê  ‘tu awayî nayê rewakirin’ û got ku hewce ye Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serbest were berdan.

Aûernheîmer anî ziman ku gelek serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re hatin redkirin, yan jî bêbersiv hatin hiştin û got, “Dadgeriya tirk bi dehan sal in Abdullah Ocalan di hucreyê de radigire, li gorî pîvanên navnavneteweyî ev yek êşkence ye û nayê qebûlkirin. Bi qasî ku zanim Ocalan alîgirê wê yekê ye ku di navbera kurdan û tirkan de aştî pêk were. Lê belê Ocalan hîn jî piştgirî bida têkoşîna leşkerî ji bo mafên gelê kurd, dîsa jî girtina wî neheqî bû.”

Prof. Aûernheîmer diyar kir ku divê tecrîd bê bidawîkirin û danûstandinên di salên 2013-2015’an de bi bîr xist. Auernheimer diyar kir ku divê Tirkiye li rêya danûstandinan vegere û weke gava destpêkê jî divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan misoger bike. Prof Georg Aûernheîmer got, “Rejîma heyî ya Tirkiyeyê, divê li rêya danûstandinê ya beriya bi salan bi nûnerên Kurdan re kir, vegere. Gava vê ya destpêkê jî berdana Abdullah Ocalan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar