Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mutşeq de tê ragirtin ev 4 sal in bi tu awayî agahî nayê wergirtin. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hemê serlêdanên malbat û parêzaran bê bersiv dihêle. Nerazîbûnên li dijî şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêber Apo her roj zêdetir dibin. Her wiha helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku dikare biçe Îmraliyê, rê li ber dewamkirina tecrîdê vedike.
Parêzerê Îtalî Ezîo Menzîone têkildarî êşkenceya li Îmraliyê û helwesta CPT’ê nerînê xwe anî ziman. Parêzer Ezîo Menzîone got ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di van salên dawî de girantir bûye û ev yek anîn ziman: ‘’Hema bibêje hemû girava Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan hatiye veqetandin. Her wiha hin girtiyên din jî anîne giravê. Tecrîdeke di vê astê de ji aliyê exlaqî ve dermirovî ye û tu aliyên wê yên qanûnî tune ye. Hemû welat tecrîdê dizanin lê belê tecrîdeke evqasî giran nizanin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ji sînorên mirovahiyê wêdetir e. Astengkirina hevdîtina bi malbatê re dermirovî ye. Her wiha astengkirina hevdîtina bi parêzeran re jî ne qanûnî ye. Divê ev kiryar bi rêyên qanûnî were bidawîkirin.
Menzîone biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên sala 2003’yan ên derheqê şert û mercên li Îmraliyê de bi bîr xist û got: ‘’DMME’yê bi biryara xwe nîşan da ku Ocalan bi awayekî adil nehatiye darizandin û ji bo darizandineke nû û çareseriyeke qanûnî pêşniyarên xwe kiribû û rê nîşan dabû. Niha dema darizandineke nû ya di çarçoveya rewabûna qanûnî û pîvanên exlaqî de ye.’’
Parêzer Menzîone helwesta CPT’ê ya têkildarî şert û mercên li Îmraliyê rexne kir û ev yek anîn ziman: ‘’CPT derheqê şert û mercên girtîgeha Îmraliyê û rewşa Birêz Ocalan de xwedî vîzyonekê ye. Lê belê xuya ye ku zêde bi mijarê re eleqedar nîne. CPT ji bo parastina guherandina vê rewşê xwedî bandora siyasî û exlaqî ye. Lê belê divê em zorê li CPT’ê bikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û derqanûniya li Îmraliyê bi dawî bike. Divê ev yek berpirsiyariya me ya hevpar be. Ger hemû welatên piştgiriya CPT’ê dikin, berpirsiyariyên xwe bi cih bînin wê ev yek pêk were.’’
Menzîone destnîşan kir ku bêdengiya li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê nayê qebûlkirin û bi bîr xist ku Tirkiye bi salan e biryarên DMME’yê binpê dike. Her wiha Menzîone got ku nayê qebûlkirin ku Tirkiye hem biryarên DMME’yê û hem jî Peymanên Mafên Mirovan ên Ewropayê binpê bike û neyê cezakirin. Menzîone wiha got: ‘’Tirkiye bi salan biryarên DMME’yê binpê dike. Tev em dikarin bibêjin ku Tirkiye ew welat e ku herî zêde biryarên DMME’yê binpê dike. Ji Rûsyayê jî zêdetir biryarên DMME’yê binpê dike. Her çend gelek dozên Rûsyayê yên ku dewam dikin hebin jî, ew carna van biryaran bi cih tîne. Tirkiye jî hem di dosyaya Ocalan de hem di ya Osman Kavala de û hem jî di dosyayên din de tu biryaran bi cih nayîne. Ji bo ku em Tirkiyeyê neçar bikin ku van biryaran bi cih bîne, divê em rêyên hiqûqî û siyasî peyda bikin.’’