Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

PYD: 15’ê Tebaxê rêya vejînê ye

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke nivîskî Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got “15’ê Tebaxê rêya vejînê ye.”

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li gelê kurd û gelên Mezopotamyayê pîroz kir; fermandarê pêngavê Mahsûm Korkmaz û tevahî şehîdên rêwîtiya Pêngava 15’ê Tebaxê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Pêngava 15’ê Tebaxê berhema têkoşînê ye ya ku ji Newroza 1973’yan ve dest pê kiriye û berhema berxwedana zindana Amedê ya sala 1982’yan û fedakariyên mezin in ku li hemberî dijminên gelê Kurdistanê hatine dayîn.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê wekî ragihandina têkoşîneke çekdarî ya ji rêzê ye, bi qasî ku di aliyê raman, qadên têkoşînê, çand û girêdana bi nirxên mirovî û demokrasiyê de duryanek di rêgeha jiyana gelê kurd û gelên Mezopotamyayê de ye.”

PYD’ê daxuyand ku zanebûn, birêxistinbûn, destkeftiyên siyasî, dîplomasî û çandî ku li her çar aliyên Kurdistanê û derveyî wê hatine bidestxistin berhemên Pêngava 15’ê Tebaxê ne.

PYD’ê di dawiya daxuyaniyê de got: “Em soz didin şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta ku xeyalên wan ên azadiya gelan û jiyana hevbeş a li gorî projeya neteweya demokratîk bi cih bînin , em ê bi xet û têkoşîna wan ve girêdayî bin,.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar