Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

PYD: Kobanê bûye sembola îradeya azad

PYD’ê diyar kir ku berxwedana Kobanê bûye sembola îradeya azad a gelê kurd û got ku divê ji berxwedana Kobanê tecrube were stendin

Navenda Nûçeyan |

Îro Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PYD’Ê di destpêka daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Di Kongreya Kurdistanê de ku li Parlamentoya Ewropayê sala 2014’an li dar ketibû, biryar hat dayîn ku 1’ê Mijdarê bibe roja piştgiriya cîhanî ya bi Kobanê re ku bû sembola têkoşîna li dijî terorê û tunekirina DAIŞ’ê. Ji wê dîrokê ve, karwanên azadîxwaz û demokrat li seranserê cîhanê daketin qadan û piştgiriya gelê kurd kir. Kobanê ku beriya berxwedana destanî kesekî pê nebihîstibû, vîna gelê kurd ê li hemberî terorê û alîgirên wê sekinî, rave kir. Ji bo gelên bindest li seranserê cîhanê bû sembol û nimûne.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kobanê bû sembola vîna azad a gelê kurd, lewra gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêla vê serkeftinê bi hezaran ciwanên xwe feda kirin û wiha hat gotin: “Em di vê boneyê de dibêjin serkeftina ku ciwanên Kobanê û pêkhateyan bi dest xistine, ji bo mirovahiyê serkeftin e.  Em minetdarên şehîdên berxwedana Kobanê û hemû şehîdên azadiyê û birîndaran in ku destana Kobanê nivîsandin.”

Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku xwedî li giyana berxwedana Kobanê derkeve û tecrubeyan ji vê berxwedana dîrokî ya bêhempa bigire, ji ber ku rêya yekane ya pêkanîna azadiyê, demokrasiyê û biratiya gelan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar