Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

PYD’ê li Helebê Qazî Mihemed û hevrêyên wî bi bîr anîn

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Helebê di 72’yemîn salvegera şehadeta Qazî Mihemed û hevalên wî de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin Qazî Mihemed û hevalên wî dê her tim di hafizeya gelê kurd zindî bimînin

Bi boneya salvgera 72’yemîn salvegera şehadeta Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed û hevrêyên wî, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên Helebê li pêş navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Giştî ya Jinan a PYD’ê Rewşen Mûsa ve hate xwendin. Rewşen di serî de Qazî Mihemed û hemû şehîdên Komara Kurdistanê bi bîr anî. Rewşen bal kişand ser helwesta navneteweyî û herêmî ya ku rê li ber hilweşandina Komarê Kurdistanê û bidarvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî kiriye.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di salvegera şehadeta Qazî Mihemed û hevalên wî de em teqez dikin ku dê bîranîna wan her tim li gel gelê kurd zindî be. Şehîd Qazî Mihemed çû lê fikra azad û heqiqetê di bîranîna gelê kurd de zindî ma.”

Daxuyanî bi dirûşmên dilsoziya ji bo şehîdan bi dawî bû. HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar