Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Pazartesi - 21 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

PYNK: Nesir El Harîrî planên xwe yên dijminatiyê aşkera kir

PYNK diyar kir ku Nasir El Herîrî planên xwe yên dijminatiya li kurdan aşkera kir û ragihand ku Barzanî jî tev li van planan bûye

Navenda Nûçeyan |

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) têkildarî serdana şandeya ‘Îtîlafa Sûriyeyê’ bo başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û tê de bal kişand ser daxuyaniyên El-Herîrî yên di dema serdanê de, armancên serdanê û helwestên ku divê li hemberî wê bên nîşandan.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

“Di demekê de ku hem raya giştî ya kurd li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hem raya giştî ya Kurdistanê li benda pêşketinên erênî di rêgeha xebatên yekitiya refa kurdî yên bi rêya diyaloga di navbera PYNK û ENKS`ê de ne. Derdorên nîştimanî û gelê kurd ji serdana şandeyeke Îtîlafê bo paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, şaş man. Wê gavê metirsî û fikarên gel çêkirin û birînên salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk û Îtîlafa Îxwanî ve ya beriya 3 salan, kûrttir kirin.

El-Herîrî bi civîneke çapemeniyê li Hewlêrê û bi taybetî li parlamentoya Hewlêrê planên dijminahiya tevgera rizgariya Kurdistanê û bi taybetî planên li dijî destkeftiyên gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin û tekezî bi hevkariya Encûmenda Nîştimanî ya Kurdî û Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokê wê birêz Mesûd Barzanî ya di van planan de, kir. Her wiha bi awayekî aşkera ragihand ku herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî herêmên ku ji terorê hatine rizgarkirin in û got ew ê tevî ENKS`ê hebûna xwe li wan herêmên ‘rizgarkirî’ xurt bikin. Her wiha hêzên ku parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û ji terorê û komên çeteyan rizgar kir, bi hêzên terorîst bi nav kirin û got di çarçoveya erkên xwe yên neteweyî yên Sûriyeyê de dê şerê PKK`ê bikin. Bi wê yekê ew bû wekîlê dewleta tirk a faşîst ku parçeyên mezin ji xaka bakurê Sûriyeyê dagir dike û siyaseta tirkkirinê li wir dimeşîne.

Em ji daxuyaniyên kesekî wekî El-Herîrî şoq namînin, ji ber ku ew fêr bûye ku di xizmeta hin aliyan de be. Ji dema ku endamekî Baasê yê şovenîst bû û heta bû firoşkarê Hemze El-Xetîb û bû lîstok di destê ajandeyên herêmî de. Normal e ku erka wî û serokên wî ya sereke derbkirina xebatên yekkirina refa kurdî û ji hev qetandina hêzên kurdistanî yên sereke be. Lê tiştê balkêş ew e ku hevkarê wî yê kurd ku ew pêşwazî kiriye, li hemberî daxuyanî, îdia û pêşniyarên wî bêdeng bimîne. Bêguman, ev dijberiya aşkera ya Îtîlafê pêwîst e ji aliyê ENKS`ê ve bê şîrovekirin ku aliyê din ê diyalogê ye. Di heman demê de divê der bare rêveçûna diyalogên kurdî-kurdî de lêvegereke kûr ji aliyê PYNK`ê ve bê kirin, ji ber ku nîşaneyên xetereyên mezin hene.

Di heman demê de em vê komploya qirêjî ya li dijî gelê me û destkeftiyên wî ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatin bidestxistin, red dikin. Em bang li tevgera nîştimanî ya kurdistanî, hemû kombûnên çandî û civakî û tevahî gelê xwe dikin ku li hemberî vê komployê helwesteke hişk nîşan bidin. Her wiha em bang li hemû hêzên nîştimanî û demokratîk ên Sûriyeyê dikin ku li hembarî van planên dijber hişyar bin û bersiva hewldanên Erdogan ên berfirehbûnê û tirkkirinê li bakurê Sûriyeyê, bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar