Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 27 Temmuz 2025

Qedexeya li ser PKK’ê bêhiqûqî ye, divê bê rakirin

Komeleya Parêzerên Demokrat bertek nîşanî qedexeya li ser PKK'ê da. Komeleyê diyar kir ku ev yek bêhiqûqî ye û wiha got: "Divê krîmînalîzekirina mûxalefeta kurd bi dawî bibe."

Komeleya Parêzerên Demokrat (VDJ) têkildarî qedexeya li ser PKK’ê daxuyaniya da. VDJ’ê bi bîr xist ku PKK li ser daxwaza Almanyayê hatiye qedexekirin û wiha got: “Di 22’ê mijdara 1993’an de Wezîrê Karên Hundir ê Almanyayê qedexe danî ser PKK’ê. Piştî vê yekê qedexeyên din jî hatin. PKK ji sala 2002’yan û vir ve ji aliyê YE’yê ve di lîsteya rêxistinên terorê de cih digire.”

VDJ’ê daxuyand ku divê dawî li qedexekirina ser PKK’ê û saziyên kurdan were û wiha domand: “Gelo ev qedexe bi rastî xizmeta ewlekariya Almanyayê dike yan jî ji bo berjewendiyên siyasî yên hikûmeta Tirkiyeyê xizmetê dike. Tevî ku Abdullah Ocalan di sala 1995’an de ragihandibû ku dest ji tundiyê berdaye jî, lê ji bo li Almanyayê rê li ber legalbûnê bê vekirin, tiştek nehat kirin. Daîreya Parastina Destûra Bingehîn jî di rapora xwe ya 2022’yan de neçar mabû ku daxuyaniyeke sînorkirî bide. Divê dawî li qedexeya li ser PKK’ê, rêxistin û komele û saziyên çapemeniyê yên nêzî wê  were û gavên siyasî bên destpêkirin. Divê hemû ceza bên efûkirin û dosyayên sûcên biyanî bên betalkirin. Ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin di asta Yekîtiya Ewropayê de xebat bên meşandin û di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û PKK’ê de hevdîtinên aştiyê bên domandin.”

VDJ’ê bang li Hikûmeta Federal kir ku bersivê bide pêşniyara Gulana 2022’an û daxwazên Partiya Çep a sala 2014’an de anîbûn ziman û divê krîmînalîzekirina muxalefeta Kurd bi dawî bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar