Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 12 Haziran 2025

Qetilkirina Denîz Poyraz nalet kirin

Siyasetmedarên jin ên ji Doza Kobanê girtîne, qetilkirina Denîz Poyraz qetilkirin nalet kirin. Her wiha Selahattîn Demîrtaş jî êrîş şermezar kir û got ku ew kiryaran nas dikin û armanca wan dizanin

Navenda Nûçeyan |

Siyasetmedarên jin ê ji Doza Kobanê girtîne, êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara partiyê Denîz Poyraz nalet kirin. Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel li ser navê siyasetmedarên jin ên girtî bi rêya parêzerên dozê daxuyanî da.

Tûncel, êrîş nalet kir û wiha got: “Em sersaxiyê ji malbata wê, partiya me û dostên wê re dixwazin. Em dizanin ku ev êrîşên li dijî partiya me, gelê kurd û jinên kurd ku tên kirin. Gotinên nûnerên bloka faşîst, olperest, zayendîperest, neteweperest û tekperest ên ku hewl didin bi şerê nava gelan desthilatdariya xwe li ser pêyan bihêle û welêt bixe nava tarîtiyê, bingeh ji vê êrîşê re amade kirine. Li dijî vê hişmendiya faşîst ku dixwaze Tirkiyeyê ber bi zinar ve dehf bide, di serî de em bang li jinan, li hêzên demokratîk û azadîxwaz dikin ku helwestê nîşan bidin. Jin, jiyan, azadî.”

Demîrtaş: Em kiryaran nas dikin

Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî di heman mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û sersaxî ji malbata Denîz Poyraz û gelê kurd re xwest.

Demîrtaş di daxuyaniya da de wiha got: “Rehma Xwedê li hevala me Denîz ku bi awayekê nemerdane hat qetilkirin be. Ez ji malbata me û gelê me re sersaxiyê dixwazim. Êşa me pir mezin e, lê berxwedan û hêviya me jî pir mezin e. Em kiryaran nas dikin, armanca wan dizanin. Wê demê em ê nekevin ber hêrsê û em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya demokratîk û lêgerîna xwe ya aştiyê bernedin. Rêya pêşîlêgirtina li provakasyonan zêdekirina têkoşîna demokrasî û piştevaniyê ye. Em ê bi hev re, civakeke aştiyane û pêşerojek azad misoger bikin ku ev hemû nemerdane li ber qanûnan hesab bidin. Serê me hemûyan sax be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar