Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Qeyûm dixwaze bi afîşan bertekên li dijî zema avê bitepisîne

Qeyûmê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû bertekên saziyên sivîl ên ji bo zema avê bi afîşên ‘Em di bin sermiyan de avê difiroşin’ bersivand û dixwaze bi vî awayî bertekan bitepisîne

Derketibû holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ku tayînî şûna Hevşaredar Adnan Selçûk Mizrakli hatibû kirin, di 17’ê mijdara 2019’an de bi rêjeya sedî 35-330’î de avê zem kiriye. Têkildarî zemkirina avê ji aliyê şaredariyê ve tu daxuyanî nehatibû dayîn. Di 30’ê kanûna 2019’an de Miduriyeta Giştî ya Îdareya Qenelîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ) jî mizgîniya daxistina avê dabû.

Li ser nûçeyên ku têkildarî zemkirinê hatin çêkirin, DÎSKÎ’yê daxuyanî da û angaşt kir ku tenê ji sedî 50 avê zem kirine. Li ser bertekên zêde yên saziyên sivîl, qeyûm Guzeloglû afîşên ‘Em di bin sermiyan de avê difiroşin’ li bîllboardên bajaran daleqand. Di afîşên ku navê qeyûm jî li ser wan heye de tê angaştkirin ku metrekupek av li ser DÎSKÎ’yê bi 3.71 TL dibe mal û bi 3.50 jî tê firotin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar